ŞIRNEX - Li çolterên Şirnexê operasyona leşkerî didome. Di operasyonê de tevgera helîkopteran jî zêde bûye.
Li herêma Besta ya Şirnexê, 4 rojin operasyona bi tevlêbûnek zêde ya leşkar û cerdevanan didome. Hat zanîn ku gelek kepçe û maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin û 2 çawîşên pispor birîndar bûn. Ji herêmê dem bi dem dengê çekan tê. Di operasyonê de liv û tevgera helîkopteran li navenda bajêr pêk hat. Hat diyar kirin ku helîkopterên ji 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmê rabûn, ber bi herêmê ve firiyan.