NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên Îtalynî aşkera kirin ku di Bahra Spî de termên 26 jinên ciwan û zarokên keç hatine dîtin. Hatgotin ku temenê wan di navbera 14 û 18 salan de ye.
Penaberên li gelek aliyên cîhanê ji cih û warên xwe koçber dibin, di deryayê de dixeniqin. Rayedarên Îtalyanî dan zanîn ku di Bahra Spî de termên 26 jinên ciwan û zarokên keç hatine dîtin. Li gor nûçeya Rojnameya The Guardinê di Bahra Spî de cenazeyên wan hatine dîtin.
Rayedarên Îtalyayê der barê bûyerê de daxuyanî da û aşkera kir ku lêkolînên wan ên li ser cenazeyan dewam dike, dê piştî otopsiyê agahiyên zelaltir bên parvekirin. Hat ragihandin ku penaberên di deryayê de xeniqîne, penaberen ji Efrîkayê ne.