STENBOL – Karker Mehmet Aytaş, dema li înşata balafirgeha 3’emîn a Stenbolê dixebitî ji aliyê Mehmet Akkurt ve hatibû şewitandin û kuştin. Cezayê girankirî yê girtîgehê li Akkurt hat birîn. Dadgehê cezayê Akkurt li gorî xala 29’emîn a TCK’ê sepand û cezayê wî daxist 24 salan.
Karkerê bi navê Mehmet Aytaş ê li înşata balafirgeha 3’emîn a Stenbolê dixebitî ji aliyê Mehmet Akkurt ve hatibû şewitandin û kuştin. Têkildarî kuştina Aytaş doz hatibû vekirin û rûniştina biryara dozê hat dîtin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 17’emîn a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Bersûc Mehmet Akkurt di runiştinê amade bû û gelek parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) doz şopandin û malbata Aytaş jî beşdarî dozê bû. Di rûniştinê de heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û ji ber sûcên “Bi zanebûn plan kiriye”, “Bi hestên hovîtî ango eziyet pê daye kişandin”, “Bi sureta şewat, êrîşa bi av, taxrîp, rakirin û bombebarankirin an jî nukler, çekên kîmyewî ango biyolojik bikar aniye” û “Li dijî zarok ango beden û ji aliyê rûh ve ne di rewşa parastinê de ye” cezayê girankirî yê muebetê li Akkurt birî.
Lê heyeta dadgehê ji ber xala 29’emîn a TCK’ê cezayê muebetê daxist 24 salan.
Heyeta dadgehê daxistina cezakirinê “Heqaretên maktul ku li bersûc kiriye” wek hincet da nîşandan. Her wiha heyeta dadgehê ji sucê heqaretê hezar û 400 TL cezayê pere li Akkurt birî.