WAN - Di sala 2014'an de polîsan bi ser hev girtin ser mala Şefîk Tunuç û ji ber vê krîza dil derbas kir û jiyan xwe ji dest da. DÎHA'ya ji ber çêkirina nûçeyê hat girtin, der barê 4 xebatkarên wê û malbata Tunuç de doz hat vekirin û rûniştina dozê hat dîtin.
Li navçeya Westanê ya Wanê di 15, 17 û 2'yê Mijdara 2014'an de polîsan bi ser malan Şerîf Tunuç (48) de girt, ji ber zextên polîsan Tunuç krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya hat girtin, bûyer kir nûçe, ji ber vê der barê nûçegîhanên bi navê Hulya Emeç, Serokê Lijneya Rêveberiyê Zekeriya Guzupek, Berpirs Midurê Karê Nivîsê Dîcle Muftuoglu, Şefê Buroya Wan Ferhat Çelîk û hevjîna Tunuç Hafîze Tunuç de ji xala TCK'ê ya 301'an doz hat vekirin û doz li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Westanê hat dîtin.
Parêzera Tunuç Derya Hayva hat salona dadgehê, diyar kir ku dema rojnameger li salonê nebin ew dixwaze parastinê bike. Daxwaza Prz. Hayva hat qebûlkirin, aşker kir ku di parastina miwekîlên wê de axaftinên wiha derbas nebûne, miwekîlên wê ne pêkan e senaryoyeke wiha binvîse û îdia kir ku berî ku polîs bikevin malê teblîgat li malê bûye. Hayva destnîşan kir ku nûçe ji derveyê vîha miwekîlên wê hatiye amadekirin.
DOZGER CEZA XWEST
iştî parastina parêzer, rojnameger girtin hûndir û îdîaname hat xwendin. Dozger bi hinceta Tunuç û rojnamegeran "Bi awayekê vekirî heqaret li Dewlata Komara Tirkiyeyê, Meclisa Neteweyî ya Bilin a Tirkiyeyê, dagehên Dewletê û teşkîlatên leşkarî û polîsan kirin," di nûçeyê de zimanek yek alî bi kar anîn, têkildarî 5 navan daxwaz kir ku ji hejara 301 a TCK'ê bên cezakirin.
Hevpeyvîna di îdianameyê de qala wê te kirin CD'ya wê ya bi zimanê kurdî bi alîkariya wergervan hat wergerandin û hat guhdarkirin. Piştre Muftuoglu parastin kir û îfadeya xwe ya berê dûbare kir û wiha got: "Ez midura navendê ya nûçeyê me. Nûçeya ku hatiye çêkirin ji edîtorên min derbas bûne an na ez nizanim." Hulya Emeç a nûçe amade kir jî ev tişt got: "Dema min bûyer bihîst ez çûm mala Hafîze Tunç ê. Min di hevpeyvînê de tu guhertin nekiriye."
Serokê Lijneya Rêveberiya DÎHA'yê Guzupek jî destnîşan kir ku nûçeyên di ajansê de hatine parvekirin, eleqeya wî pêre tune, lê dema li nûçeyê bê mêzekirin tiştekî ku xeqaretê bike tune. Rojnameger Ferhat Çelîk jî nerazîbûn nîşanî îdianameya dozger da û da zanîn ku tabloyeke wisa hatiye xêzkirin ku wekî ku bûyer ne li Tirkiyeyê li Norveçê tê tê gotin û wiha pê de çû: "Li vî welatî bi dehan bûyerên mirinê yên ku navê polîsan derbas dibe hene. Herî dawî Kemal Korkut li ber çavê me hat gulebarankirin. Ji ber ku ev dîmen hatin kişandin, polîsê kujer bi muabetê tê darizandin. Di bûyera Şefîk Tunuç de ji ber wêne tune, tê wê wateyê ku polîs sûc nekiriye? Me tenê di vir de daneyên Hafîze Tunuç kiriye nûçe."
Piştî parastinan dadgehê biryar da ku kêmasiyên ewraqan bên temamkirin û doz taloqî 21'ê Sibata 2018'an kir.