TEKÎRDAG - Li Sarayê jina bi navê Cansu Ç. ji aliyê Omer V. ve hat birîndarkirin.
Kesê binavê Omer V. ê li navçeya Saray a Tekîrdagê, Cansu Ç. a ji hev veqetiya bûn, ji bo cardin li hev werin di 06’ê Mijdarê de hatin gel hev. Jina ku nexwest bi Omer V. re li hev were, dest bi nîqaşê kirin û Omer V. bi çekê Cansu Ç. birîndar kir. Jina ciwan bi 3 guleyan birindar bû. Omer V. jî ji cihê bûyerê reviya. Li ser agahî dayîna welatiyên derdorê ambulans hat cihê bûyerê û jina ciwan rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Sarayê.
Ji bo Omer V. bê dîtin polîsan dest bi xebatan kir.