ŞENGAL – Hediye Lalo yek ji dîla Fermana 73’êmîn a Şengalê ye. Hêj hevjîn û 3 zarokên wê di destê DAIŞ’ê de ne. Lalo li Reqayê 8 mehan di zîndanek tarî de ma. Lalo li zîndanê zarokê xwe Şengal welidand. Lalo, ji bo wan rojan got: “Mirin ji wî halî çêtir bû. Me gelek caran ji Xwedê mirin hêvî dikir.”
DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi ser Şengal û heremên wê ve girtin û Fermana 73’emîn bi ser civaka êzidî ve anîn. Yek ji kesa ku fermana jiya Hediye Lalo (46) ye. Li Tel Afer û Reqayê nêzî 2 salan dîl hat girtin. Lalo dayika 8 zarokan e û herî dawî wê li gel 53 malbatan dibin Reqayê û 8 mehan di girtîgeha bin erdê de dîl tên girtin. Lalo dibêje ku ew zarokê xwe yê bi navê Şengal ê salek û nîvî di bin dîl girtinê de tîne dinê. Lalo yek ji ya ku di koma ewil a li Reqayê hat rizgarkirin û diyar kir ku hevjînê wê, tiyê wê û 3 zarokên wê hêj di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne.
ROJA FERMANÊ
Lalo ya ji gundê Domiza Şengalê bi êrîşa DAIŞ’ê re direvin Çiyayê Şengalê û li ser riya çiya ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl tên girtin. Lalo da zanîn ku bi sedan kes bi zarîn û qêrîn li wesayîtan hatin siwarkirin û birin avahiya miduriyeta nifûsê ya Şengalê û hin kesên dixwestin ji destê DAIŞ’ê xwe rizgar bikin li ber çavê wan hatin qetilkirin, ew hevjînê xwe û 7 zarokên xwe ketin destê DAIŞ’ê. Lalo destnîşan kir ku dema ew dîl hatin girtin bi kurê xwe yê niha Şengal ducanî bûye û li Şengalê 3 rojan tên ragirtin.
JI TEL AFERÊ BER BI MUSILÊ VE
Lalo anî ziman ku pişt re li gel bi sedan kes birine girtîgeha Badûz a Musilê û got: “Piştî em 9 rojan li vir man me birin Tel Aferê. Li Tel Aferê me li hin malan bi cih kirin. Hin kesan jî danîn ber serê me. Li vir wek koleyan me xebitandin. Me li pezê wan dinêrî. Hezar û 700 mihên wan hebûn. Bi vî awayî 9 meh me li vir xebitandin. Pişt re 3 zarokên min ên mezin ji min veqetandin. Yek keçik û du kurik bûn. Hevjîn û tiyê min jî ji me qetandin. Zarok, jin û zilaman ji hev veqetandin.”
BER BI TARÎTIYA REQAYÊ VE
Lalo diyar kir ku pişt re 600 kesên ji jin û zarokan pêk dihat bi otobusan birin Reqayê û bi boneya ew navnîşan û rê hîn nebin camên otobusê bi perdeyan girtibûn û ji ber vê cihê lê hatibûn bicihkirin navnaşînê nizanibûn. Lalo got ku bi bayê bezê wan li Reqayê di girtîgehên bin erdê de dîl girtine.
ZÎNDANÊN BIN ERDÊ Û JIYAN
Lalo da zanîn ku ji ber ku nêzî 2 mehan balafiran lê dida her dem cihê wan diguherandin û wiha dewam kir: “Herî dawî me birin girtîgehek û em 8 meh li wir man. Me roj nedidît. Me rojek rûyê rojê jî nedît. Em nizanin roj çawa derbas dibûn. Tenê dema xwarin û av didan me deriyan vedikirin. Bêhnek ne xweş dihat. Avek qirêj didan me. Ji bo em bijîn em neçar bûn vexwein. Wan çi bida me vedixwar. Carna jî rojê carek ceryanê berdidan. Ji bilî wê bi mehan em di bin tariya erdê de man. Êdî me ji yên dihatin xwarin didan re digot ‘Ya me bikujin an jî me berdin em biçin.’ Mirin ji wî halî çêtirbû. Me gelek caran ji Xwedê mirin hêvî kir.”
HERÎ DAWÎ 53 MALBAT DIMÎNIN
Lalo anî ziman ku her roj hejmara kêm dibû û dem bi dem DAIŞ’ê dihat navê wan dixwend û jin û zarokan ji xwe re dibirin. Lalo got ku herî dawî bi 53 malbatan re diman û ji van 53 jin ên mayî jî 90 heb zarok bûn. Lalo got ku hejmara wan daketibû 143 kesan.
ŞENGAL TÊ DINÊ
Lalo destnîşan kir ku ew wê deme ducanî bûye û wiha pêde çû: “Ev zarokê min ê li milên min li wî cihê qirêj û genî min anî dine. Di girtîgeha bin erdê de min wî anî dine. Min navê wî danî Şengal. Ne kincên ez ê lê bikim û ne jî şîr hebû ez bidimê. Bi rêk û pêk xwarin jî tune bû. Demek herî nexweş û giran bû. Lê vaye em niha li Êzîdxana Şengalê ne.”
HEVJÎN Û 3 ZAROKÊN WÊ HÊJ DÎL IN
Lalo diyar kir ku hevjînê wê Feysal, birayê hevjînê wê, zarokên wê Bedriya (17), Xazî (16) û Înas (14) hêj di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne û ji wê rojê ve heya niha tu agahî negirtiye.
EWIL EW TÊN RIZGARKIRIN
Lalo anî ziman ku ew di adara 2016’an de hatine rizgarkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di heman demê de koma ewil hat rizgarkirin em bûn. Wê demê QSD’ê du kesên wan girîng desteser kiribû. Li beramberî vê yekê me hemûyan ji wan rizgarkirin. Ew bixwe hatin rewşa ji me re gotin. Li wî cihê tarî em hemû ji kêfan giriyan. Niha bajêr azad bûye. Ez biçim wir jî lê dernaxim ku li kî deverê mame.”
MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan