ÎZMÎR - Îdianameya li Îzmîrê der barê 11 endamên Partiya Şoreşger (Devrimci Parti) de hat amadekirin, nameyên ji girtî re hat şandin wekî delîla "Endamtiya rêxistinê" hat nîşandan.
Endmê Hêzên Azad ên Yekgirtî (BOG) Ulaş Bayraktaroglu di pêngava operasyona Reqqayê de jiyana xwe ji dest dabû, berî bîranîna Bayraktaroglu li Îzmîrê serdagirtina malan pêk hatibû û gelek endamên Partiya Şoreşger hatibûn binçavkirin. 11 endamên Partiya Şoreşger di 11'ê Gulanê de bi îdiaya "Propagandya rêxistinê kirine" hatin girtin. Di 25'ê Cotmehê de lêkolîna girtinê hat kirin û 5 ji wan serbest hatin berdan.
11 kesên xwendevan in Serdozgerê Komarê yê Îzmîrê der barê wan de îdianame amade kir û ji hêla 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Ayşe Ozturk, Denîz Sînan Kocabiyik, Dîren Asan, Omer Yilmaz û Ozgur Ozkul "Propagandaya rêxistinê kirine" û Firat Ortaç, Eyup Dagli, Ufuk Bozkurt, Jiyan Yildiz, Meltem Akgol û Orhan Kiliçohlu "Propagandaya rêxistinê kirine" û "Endamên rêxistinê ne" cezayê girtîgehê ji bo wan hat xwestin.
DÎSA ÎDIAYA ÎXBARÊ
Di îdianameyê de hat gotin ku 11 kes di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de tev li mîtîngê bûne, wêneyê Bayraktaroglu û hevrêyên wî rakirine û ev hatiye tespîtkirin. Dîsa tê diyarkirin ku 11 endamên Partiya Şoreşger li avahiya Partiya Şoreşger a Îzmîrê li hev civiya ne û dê çalakiyan pêk bînin û di vê der barê de îxbar hatiye girtin. Pirtûk, kovar, fîlamayên di serdagirtinê de hatin desteserkirin jî wekî delîl hatin nîşandan.
TUZUKA PARTIYÊ JÎ BÛ SÛC
Sînan Kocabiyik ê bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin, meteryalên di serdagirtina malê de hatin desteserkirin û qeydên UYAP'ê jî di îdianameya dozger de cih girtin û ev tişt hat gotin: "Di xebatên wî de herdemî, zêde tevgerî û rewşa wî ya bi nakok jî dema li ber çavan bê girtin, girêdaneke organîk ava kiriye, hatiye qebûlkirin ku endamê rêxistinê ye." Dozger der barê mereryalên di malê de hatin desteserkirin jî ev nirxandin kir: "Tuzuka Partiya Şoreşger, belgeyên ji kompîturê hatine derxistin xebatên HDP û HDK'ê dide nîşan, belgeya nivîsê ya Metna Çarçoveya MYK'ê pirtûka li ser Partiya Karkeran (İşçi Partisi)." dide nîşan.
Dozger 6 kesan wekî "Endmên rêxistinê" dide nîşan û îdia dike ku van kesan çalakiyên ku kirine, "Li ser navê BOG/DHKP-C'ê kirine û ew bi rêve birine."
NAME ŞANDIN JÎ SÛC E
Di dawiya îdianameyê de jî dozger bîranîna Bayraktaroglu, ziyareta li girtîgehê bi endamên Partiya Şoreşger re hatine kirin û nameyên ji girtiyan re hatine şandin delîla "Endamtiya rêxistinê" dan nîşan.
Doza der barê endamên Partiya Şoreşger de dê di 13'ê Sibata 2018'an de bê dîtin.