WAN – Angaştnameya rojnameger Selman Keleş û Arîf Aslan ên li Wanê hatin girtin piştî 8 mehan amade bû. Keleş û Aslan dê bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” bên darizandin û hemû wêneyên di makîneyên wan de wek sûc hat nîşandan.
Li navenda Wanê nûçegihanê dîhaber’ê ya bi KHK’ê hat girtin Selman Keleş û rojnameger Arîf Aslan ku hatin girtin piştî 8 mehan angaştnameya wan amade bû. Hemû wêneyên di makînaya wênekêşiyê ya Keleş û Aslan de wek sûc hatin nîşandan. Der barê Keleş û Aslan de bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin. Dê doz di 21'ê Mijdarê de li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.
LI HOLÊ ÇALAKÎ TUNE LÊ WAN SÛCDAR KIRIN
Keleş û Aslan dema wêneyên blokên beton ên li derdora Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayîn kirin bikişînin hatin binçavkirin û 8 meh e li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tên ragirtin. Têkildarî Keleş û Aslan 4 rûpel angaştname hat amadekirin. Di angaştnameyê de kişandina wêneyên blokên beton wek ku Keleş û Aslan “beriya çalakiya ji aliyê rêxistinê ve pêk bê û pêşxebatek wê” hatiye nîşandan û cih dan vê şîroveya sosret.
HEMÛ WÊNE WEK SÛC HATIN NÎŞANDAN
Di makîneya Keleş de wêneyên maşîneyêz zirxî û wêneyên helîkoptêran wek unsura sûc hat nîşandan û her wiha ji bo nûçeyek rûtîn ku wêneyên Deriyê Sînor ê Dîlucu hatiye kişandin jî wek sûc di angaştnameyê de cih girt. Wêneyê çenteyek bi guman ku li Deriyê Sînorê Gurbulak ji aliyê polîsan ve bi awayek ewle hat teqandin wê kêliyê wek sûc li dosyeyê hatiye zêdekirin. Yek ji van sosretan jî ew e ku Keleş dema beriya bê binçavkirin li avahiya DBP’ê wêneyan kişandiye ji ber ku posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî têde derketiye bû sedema sûc.
DI WÊNEYAN DE ENCAMA ‘TEMASA NÊZÎK A BI MILÎTANAN RE’ DERXIST
Der barê rojnameger Arîf Aslan de jî dozger angaşt kir ku agahî ragihandina ji bo ANF’ê wek armanca “kifşê” kiriye. Di berdewamiya angaştnameyê de dozger ev tişt angaşt kir: “Bi milîtanên rêxistinê yên çolterê re temasa nêz datînin. Ne mimkûn e ev xebat li derveyî hiyerarşiyek diyar ve pêk bê. Pêwîste sûcê endamtiya rêxistina teror a bi çek kirine û qebûl bikin.”
Rojnameger Keleş û Aslan bi angaşta “Enamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin.