MUGLA - Bi sedan kêlên goran ên li Qada SÎT Arkeolojiya Pileya Yekemîn a Bodrurmê ku li ser avahî hat çêkirin, di dema înşeata rezidansê de xurdevanan wekî kevirin depo bi kar anîn.
Gora kêlên dîrokî ya Bajarê Kevnare ya Halîkarnassos a taxa Gundogan a nevçeya Bodruma Muglayê, terkî qedera wê hetiye kirin. Her sala parçeyek gora kêlên dîrokî winda dibin û berî 2 salan parçeya tablatê ya nivîsên dîrokî li ser heyî jî li goristanê winda bû. Kêlên goristanê ku maluvanî ji gelek kêlên goran re kir, niha jî bûye mala kesên bê xanî. Zibaleya li ser kevirên goran kom biyî, nîşaneya bêeleqedar bûne ye.
‘LI SER KEVIRÊN DÎROKÊ OTEL AVA KIRIN'
Yek ji welatiyên Taxa Gundogan Îsa Savaş ê 51 salî bertek nîşanî bêxwedî hiştina gorê da û wiha axivî: “Gor bûye cihê kesên bê xwedî. Her ku diçe avabûna Otel û avahiyan zêde dibe û kes xwedî qadên dîrokî yê bajêr dernakeve. Li Bodrumê ligel ku tê zanîn ku li ser kevirin gorê otel û avahî hatin avakirin.”
‘KEVÎRÊN DÎROK KIRIN KEVIRÊN DEPOYÊ’
Savaş, anî ziman ku înşeatên rezidansên li bajêr tên gel rastî kevirên gorê hatin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xurdevanan kevirên goran mîna kevirin depoyê bi kar anîn û nava wê tije kevir kirin. Divê gorên dîrokî bên parastin. Em naxwazin li hemberî talan kirina dîrokê bêdeng bimîn in. Divê rêveberên herêmî, dîrokê jî biparêzên.”