MÊRSÎN - Li Mêrsînê, meşa ku dê jin bi şev li dar bixin hat qedexekirin.
Platforma Jinê ya Mêrsînê û Hewldana Jin Bi Hev Re Hêzdar in, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê, wê li Kuçeya Pozcû Kûshîmato bi dirûşmeya "Em li pêyî mafên xwe ne, em ê careke din kêm nebin" meşek li dar bixistana. Lê belê Walîtiya Mêrsînê bi hinceta "ji ber meş bi şev e" meşa jinan qedexe kir. Jinan hinceta navbirî qebûl nekirin û careke din serî li walîtiyê dan.