COLEMÊRG – Malên dîrokî yên Çelê dîroka wan heta 700 sal berê diçe û li ber tunebûnê ne. Çeliyan got ku "Ev mal dîroak me ne. Divê zarokên me jî vê dîrokê bibînin" û xwest ev çand û dîroka gelê herêmê bê parastin.
Malên dîrokî yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê, dîroka wan heta 700 sal berê diçe û wekî "Malên Çelê" tên zanîn. Welatiyên Çelê dan zanîn ku divê malên wan bên parastin û wiha gotin: "Ev mal dîroka me ne. Divê zarokên me wan bibînin."
‘EM NAXWAZIN WINDA BIBIN’
Welatiyê bi navê Enver Demîr aşkera kir ku zarokatiya wî li Çelê derbas bûye, divê ev mal bên parastin û xwedî li vê dîrokê bê derketin, bên restorekirin. Sultan Gunduz jî destnîşan kir ku hemû zarokatiya wê di van malan de derbas bûye, dema Çelê tê gotin tişta destpêkê tê hişê mirovan, ev malên dîrokî ne. Gunduz piştrast kir ku heta 20 sal berê jî ev mal dihatin xebitandin û wiha axivî: "Em naxwazin ev malana tune bibin. Divê teqes rayedar ji van malan re çareseriyekî bibînin." Hasîbe Yildiz jî anî ziman ku ev malên kevirî dîroka Çelê ne û wiha pê de çû: "Em di van malan de hatin dinê. Dayik û bavê me bi salan di van malan de jiyan kirin. Xeyalên me yên zarokatiyê di van malan de ne û dîroka navçeya me ye. Em dixwazin zarokên me jî van malan bixebitînin."
'AVAHIYA 4 QATÎ A YEKEMÎN LI VIR E'
Mirarîhan Taş jî aşkera kir ku divê gelê Çelê xwedî li van malan derkevin û ev nirxandin kir: "Ev avahî nirxin. Lê em wekî welatiyên Çelê ji vê sûdê nagirin. Divê ji nûve bên restorekirin û ji bo xizmetê bên avakirin." Nuretîn Guzel jî destnîşan kir ku avahiya 4 qatî ya di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil li vir hatiye çêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke bê restorekirin dê hem piştgiriyê bide dîroka me û hem jî ev der bibe cihê tûrîstan."
'ME GELEK SERLÊDAN KIRIN LÊ...'
Mehmet Kanar ê 2 serdeman li Çelê şaredarî kiriye, anî ziman ku wî wê demê gelek caran serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê daye, ji wan xwestiye ku malên Çelê restore bike û ev tişt got: "Me gelek caran serî li rayedaran da û xwest ev malên dîrokî bên nû kirin. Lê tu encam bi dest neket. Derfetên şaredariya me jî tune bû. Lê divê ev avahî demek ji ya din zûtir bên nûkirin û ji bo dîrok û çanda Çelê bibe destkeftiyek."
MA / Hamza Gunduz