STENBOL – Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de, ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.
Mehmet Ocalan û Mazlûm Dînç ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bînin, bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana wan red kir.
Her wiha Polat Yildirim ji bo birayê xwe Hamîlî Yildirim, Alî Konar ji bo birayê xwe Omer Hayrî Konar û Sabîha Aslan jî ji bo birayê xwe Veysel Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne, serî li Serddozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana wan jî qebûl nekir.