AMED – Endama Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Amedê Oyku Çakmak diyar kir ku gardiyanan li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan dane û milê girtiyekî şikandine û Parlamentera HDP’ê ya berê Mulkiye Bîrtane jî bi boneya muameleya li dijî mirovatiyê tedawiyê red kiriye.
Baroya Amedê ji bi bîranîna Tahîr Elçî di hefteya 166’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist û gelek parêzer beşdar bûn. Di çalakiyê de ewilî Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram axivî û got heta kujerên Tahîr Elçî neyên dîtin dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Piştî Bayram, Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê parêzer Oyku Çakmak daxuyanî da. Çakmak da zanîn ku bi salan e li dijî pêkanînên li dijî girtiyan têdikoşin û li girtîgehan şidet û pêkanînên li dijî hiqûqê zêde dibin.
'BI HEMAN MIJARAN HAT ROJEVÊ’
Çakmak anî ziman ku Kampûsa Girtîgeha Xarpêtê ku bi îşkence, pêkanîna odeya singêr, muameleya xerab û tecrîdê ji rojevê nakeve carek din ev mijar hatine rojevê û li ser serlêdana malbatên wan ji bo Baro û ÎHD’ê çûne girtîgehê û hevdîtin pêk anîne.
‘ÎŞKENCE LI GIRTIYAN KIRINE’
Çakmak anî ziman ku girtiyan ji wan re behsa pêkanînên xerab kirine û got: “Roja 25’ê sibatê gardiyanan li Lutfu Sonmez û Mazlum Denîz ên girtî ne xistine û îşkence li wan hatiye kirin. Girtî ji aliyê 6 gardiyanan ve hatine îşkencekirin. Li ser çavê Mazlum Denîz şopa îşkenceyê hebûn. Ji ber îşkenceyê lêva Lutfu Sonmez jî hatiye birîndarkirin. Mazlum Denîz rakirine nexweşxaneyê û rapora derbkirinê girtiye û Lutfu Sonmez ranekirine nexweşxaneyê. Li ser vê yekê îdareya girtîgehê demildest bi sedema girtiyan li mazgalan xistiye hemûyan xistiye ber lêpirsînê.”
'GIRTIYAN XISTINE ODEYA YEK KESÎ’
Çakmak da zanîn li Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarptê jî bi girtyan re hevdîtin kirine û gelek girtiyan ji 1’ê adarê ve dest bi greva birçîbûnê kirine. Çakmak diyar kir ku gardiyan ji 1’ê adarê ve bi ser qawîşan ve digirin û girtiyên bi navê Nevzat Demîr û Tahîr Temel derb kirin e û milê girtiyekî şikestiye. Çakmak got girtiyên hatine derbkirin xistine odeyên yek kesî.
'NEXWEŞÎN XETEREYÊ ZÊDE DIKE’
Çakmak destnîşan kir kul i girtîgehan grevên birçîbûnê ketiye roja 83’yemîn û pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan rê li ber xetereyê vekiriye. Çakmak got îdareya girtîgehê dest datîne ser nameyên girtiyan û bi tevgerên provokatîf girtiyan tahrîk dikin.
'REWŞA MULKIYE BÎRTANE GIRAN E’
Çakmak anî ziman ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi parlamentera HDP’ê ya berê Mulkiye Bîrtane re jî hevdîn pêk anîne û got: “Mulkiye Bîrtane bi nexweşînên giran re rû bi rû maye. Di dema sewqên nexweşxaneyê de 3-4 saetan bi kelepçekirî i rîngê de hatiye hiştin û li ser israra wê li gel bijîşk kelepçeyên wê hatine derxistin. Nexweşînên Bîrtane li pêş ketine. Divê Bîrtane biçe Saziya Tiba Edlî ya Xarpêtê û ji bo nexweşînên wê tespît bên kirin. Lê Bîrtane bi sedema muamelya li dijî mirovatiyê pêk tê çûyîna tiba edlî red kiriye û tedawiya xwe rawestandiye.”
DÊ RAPORÊ EŞKERE BIKIN
Çakmak diyar kir ku rapora wan ji bo girtîgehên Xarpêtê amade kiriye dê di rojên pêş bi raya giştî re eşkere bikin û têkildarî buyerên li girtîgehan giliyê sûc bikin. Çakmak bi boneya bûyerên qewimîn banga tedbîrêli Wezareta Dadê kir.
Çakmak anî ziman ku agahiya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiyek nû hatiye girtin întîxar kiriye û lê rayedarên fermî vê agahiyê piştrast nekirine.
Parêzer piştî çalakiya rûniştinê belav bûn.