AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, koma ku parlamenterên HDP'ê jî di navde li avahiya HDP'ê ya Amedê ketin grevê ziyaret kir.
Li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê koma duyemîn li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî koma yekem ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi grevê kirin, îro Parlamenterên HDP'ê Tayip Temel Murat Sarisaç jî di navde koma duyemîn li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî koma duyemîn dest bi grevê kir, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli, Parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî di navde koma li Amedê ketine grevê ziyaret kir û piştgiriya xwe anî ziman.