AMED – Piştî sala 2007’an cara duyem di sala 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr xwe ji bo rakirina rûxandina qeyûmê Sûrê amade dikin û gotin qeyûmê Sûrê mozaîka gelan parçe kiriye.
Ji hilbijartina xwecihî yên 31’ê Adarê demek kin ma. Li Navçeya Sûrê ya Amedê ku şaristaniyê ji gelek bawerî, çand û netewan re kiriye û bi dîroka xwe ya hezaran sal tê nasîn xwe ji bo hilbijartinek din amade dike. Yekem car li Sûrê di sala 1999’an de Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) bi ser ket û ji sedî 69.41 deng sitend û îradeya gelan li kolanên Sûrê dest bi guherînê kir û deng veda. Ji sala 1999’an heta sala 2016’an partiyên ku niha HDP kevneşopiya wan dewam dike şaredariyê birêve birin. Dema Abdullah Demîrbaş serokşaredar bû di sala 2007’an de qeyûm tayînî şûna wî kirin û piştî demekê hilbijartin pêk hat û dîsa Demîrbaş bû serokşaredar. Di hilbijartina xwecihî ya 2014’an de cara çaremîn DBP bi ser ket û bi pergala hevserokatiyê navçeyê birêve bir. Piştî şerê hat îlankirin di îlona 2016’an de Qeymeamê Sûrê Bîlal Ozkan wek qeyûm tayînî şûna hevşaredarên Sûrê hat kirin. Ji roja qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin, derdora avahiya şaredariyê kirine mîna karakolê. Piştî Ozkan bû namzetê AKP’ê yê hilbijartina giştî vê carê jî alîkarê waliyê Amedê Abdullah Çîftçî wek qeyûmê duyem hat tayînkirin.
QEYÛM SERÎ LI KIRINÊN SOSRET DA
Ji roja qeyûm Şaredariya Sûrê birêve dibin serî li gellek kirinên sosret dan û şaredariya bi pirrzimanî dihat birêve birin û ji bo Tirkiyeyê bibû modelek, hemû tabelayên pirrzimanî hatin daxistin û xizmetek yekzimanî hat dayîn. Qeyûm saziya jinan Navenda Jinan a Amîda girt. Reng û rûyê kûçeyên Sûrê bi destê qeyûman hat guhertin û her deverê bi yek rengek û yek tîpê birêve birin û çand, dîrok û mozaîka li Sûrê hat serûbinkirin. Gelek mal û milkên Şaredariya Sûrê û cihên dîrokî hatin firotin û kirin xizmeta rayedarên AKP’ê.
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr xwe ji bo rûxandinên qeyûm ji holê rakin amade dikin. Namzetên hevşaredariyê li ser Pira Dehderî behsa kirinên qeyûm û xebatên xwe yên hilbijartinê kirin.
‘BI GIRTINA SAZIYA JINAN DEST BI KIRINÊ XWE KIR’
Namzeta Hevşaredariya Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku kirinên qeyûm bi girtina destkeftiyên jinan dest pê kir û hikumetê bi tayînkirina qeyûm ji xwe re deriyê ranxwarinê vekiriye. Buluttekîn got qeyûm li ser fermana AKP’ê her dever guhertiye û gelek cihan veguhertine cihê xizmeta AKP’ê.
‘MOZAÎKA SÛRÊ PARÇE KIRIN’
Buluttekîn bi bîr xist ku navçeya Sûrê xwedî bîra dîrok û çandî ye û got: “Tenê ne civaka kurd li Sûrê dijî. Ermenî, suryanî, keldanî û rûm dijîn. Jiyana bi hev re ya li Sûrê mozaîka gelan bû. Li ser projeyên cuda mozaîkiya Sûrê ji hev parçe kirin. Ji bo bîra navçeya Sûrê ya bi hezarên salan jê bibin û serû bin bikin qeyûm tayîn kirin.”
‘NAVÇEYÊ VEGUHERANDIN BETONAN’
Buluttekîn anî ziman ku piştî hilweşandina Sûrê avahiyên ne li gorî dîrok û çanda bajêr ava kirin û her deverê veguhertin avahiyên beton û blokên beton ên ku çand û dîroka Sûrê tune dike. Buluttekîn got ew ê ji nû ve mozaîka gelan ava bikin û hewl bidin ku Sûrê ji nû ve bikin cihê jiyana bi hev re.
‘GEL LI BENDA ROJA BERSIVDAYÎNÊ YE’
Buluttekîn projeyên ji bo Sûrê yên ji ekolojiyê bigire heta bo xizmeta jinê rêz kir û got: “Em ê di 31’ê Adarê bi îradeya gel qeyûm cihê jê hatine bişînin wir. Wê gelê me di 31’ê Adarê de bersivek xurt bide wan.”
OZDEMÎR: QEYÛM DIZANE KU WÊ WINDA BIKE
Namzetê Hevşaredariyê Cemal Ozdemîr jî destnîşan kir ku qeyûm hemû mal û milkê şaredariyê firotiye û got: “Şaredariyê di bin deynan de hiştine. Qeyûm dizane ku wê winda bikin, lê lez dane firotin û dewrkirina mal û milkên şaredariyê. Dixwazin bi deynan wisa bikin ku em nikaribin xizmetê ji gel re bikin. Me di 99’an de ji nava deynan şaredarî bi dest xist û em ê dîsa jî şaredariyê bi dest bixin û bixin xizmeta gel.”
253 GUND ZIYARET KIRIN
Ozdemîr da zanîn ku wan di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de 253 gundan ziyaret kirin e û got: “Gel me ruhek kêfxweş pêşwazî dike û bertekên erênî nîşanî me didin. Qeyûm tenê ne di rojeva me de ye di rojeva gel de ye jî. Dema em diçin nava gel behsa rûxandina qeyûman ji me re dike. Daxwaza gel ew e ku demek beriya demekê hilbijartin pêk were ku qeyûman ji van deran bişînin. Gel bi kelecan û bi awayek bêsebir li benda 31’ê Adarê ye.”
‘EM Ê BI GEL RE BIRYARAN BIGIRIN’
Ozdemîr anî ziman ku dê ji 1’ê Nîsanê şûn ve Şaredariya Sûrê carek din bikeve xizmeta gel û got: “Em ê di nava gelê xwe de bin û em ê bi gel re biryarên ji bo şaredariyê bigirin. Lê tenê daxwaza me ji gelê me ew e em bi hev re di 31’ê Adarê de qeyûmên îktîdara faşîst ji Kurdistanê derbixin û em gelê xwe vedixwînin ser sindoqan.”
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç