DÊRA ZOR - Jina Êzîdî ya Koço Tesîre Suleyman ku li Dêra Zorê ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin, komkujî û hawara jinên êzîdî vegot. Suleyman, anî ziman ku li 5 bajaran hatin gerandin û bi zorê bi 10 DAÎŞ'iyan re hat zewicandin.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demoratîk (QSD) ya li Dêra Zorê berdewam dike. Operasyona li Dêra Zorê rûpelên nû li dîrokê vedike. QSD'ê bi hezaran sivîl ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin û bi hezaran DAÎŞ teslîm girtin. DAIŞ'ê ku demekê tirs û xofa xewna mirovan bû, niha yek bi yek teslîmî YPJ, YPG û QSD'ê dibin. QSD'ê li Dêra Zorê gelek jinên Êzîdî yên di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê, di fermana 73'yemîn de, ji aliyê DAIŞ'ê ve rastî komkujiya hatin, rizgar kirin. QSD'ê duh 2 jin û 6 zarok bi giştî 8 êzîdî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Jinên ku hatin rizgarkirin û Şervanên YPJ'ê bi wan eleqeder dibe yek jê ji Gundê Koço yê Şengalê ye. Ji jinên hatin rizgarkirin yek jê jina 20 salî Tesire Saleyman ya din jî jina 22 salî Edîbe Mirad Milko ya ji Xanesorê ye. Ên din jî zarokên Milko ne. Zarokên din jî yek ji navenda Şengalê û yên din jî ji Til Ezerê ye.
Ji jinên êzidi Tesire Suleyman, komkujiya li Şengalê pêk hat vegot. Tesire Suleyman ji Gundê Koço ye. Tesire Suleyman ji malbata 3 zarokan e. Dayik û bavê Suleyman di komkujiyê de hatin kuştin. Suleyman û xwişka wê hej 15 salî bû dîl hat girtin.
LI KOÇO MÊR DAN BER GULEYAN
Tesîre Suleyman ku 5 salin di destê DAIŞ'ê de ye, diyar kir ku ew rojên ku dîl hatiye girtin tu carî ji bîr nake. Suleyman dema qala wan rojan dike êrîşên wan rojan di hişê xwe de zindî kir û wiha got: "Li Şengalê êrişa herî mezin û giran li Gundê Koço pêk hat. Dema DAİŞ'ê êrîşî Şengalê kir, gef li me xwarin ku em bibin misilman. Gotin 'Eger hûn bibin misilman em dest nadin we' Ji ber me daxwazên wan qebûl nekir êrîşa herî mezin li ser gundê me pêk anîn. em hemû li dibistanê kom kirin. Piştre em ji hevdû cuda kirin. Jin li aliyekî, zarok li aliyekî û mêr li aliyekî kom kirin. Mêr li dervê gund kom kirin û xwestin bi zorê bibin misilman. Lê kesî qebûl nekir. Piştre hemû mêr dan ber guleyan û li ser wan gule reşandin û kuştin. Dema me got çi bû? Gotin ne tirsin me gule berda kûçikan. Dema jin derketin ser baniyê dibistanê û li aliyê mêran nerîn, kirin qêrîn û giriyan.
QÊRÎNA JINAN LI EZMANAN BELAV BÛ
Piştî li ser mêran gule reşandin vê carê jinên zewicî û ne zewicî ji hev cuda kirin. Ewil jinên ciwan li erebeyan suyar kirin û birin Navenda Şengalê. Piştre dayikên wan jî anîn û li Şengalê ji dayikên wan qetandin. Girî û qêrîna wan erşê ezman di qelaşt. Ji 7 salî heta 30 salî hemû jin kom kirin û birin. Piştre em birin Mûsilê. Hinek jî birin Sûriyeyê. Jinên Şengalî ku nexwestin biçin cihekî din bê navber digiriyan. Amîrê DAIŞ'ê hatin cem me û gotin 'Netirsin emê we ji xwe re bibin. Em dê we tevan bikin misilman'. Lê jinan digotin me nebin û li ber xwe didan."
EM LI 5 BAJARAN GERANDIN Û 10 CARAN BI ZORÊ ZEWICANDIN
Suleyman, destnîşan kir ku tişta bi serê wan de hatiye êşek pir mezin e û wiha berdewam kir: "Diketin nava me û em di neqandin û ji xwe re dibirin. Ew rojek pir bi êş bû nayê ji bîr kirin. Me êşên mezin jiya. Ez ewil birim Mûsil, Telafer, Rakka, Meyadin û herî dawî ez anîm Gundê Baxozê. Ez di nava 5 salan de 10 caran zewicandim. Di rojên dawî de jinek ereb alîkariya me 2 jinên êzîdî kir. Em bi alîkariya wê di nava komê de derketin û hatin vir."
Suleyman, li ser pirsa 'agahiya te ji Koço heye? jî axivî û got; "Belê agahiya min heye. Hin caran ez ji vîdeoyên di telefonan de dişopînim. Yên ji nûve çûne li Koço dijîn hene. Hin kesên ji komkujiyê rizgar bûn vegeriya ne. Lê nizanim kî ne. Hêj di destê DAIŞ'ê de gelek jinên êzîdî hene. Xwişka min jî di navde, herî kêm min 30 jinên êzîdî di destê wan de dît. Îro em 2 jin û 6 zarok rizgar bûn. Jinên ku min di destê DAIŞ'ê de dît, piranî ji Koço û Til Ezer bûn."
EZ NIKARIM BIÇIM KOÇ MIN BÊRIYA ŞENGALÊ KIRIYE
Tesîre Koço, heri dawî li ser pirsa 'Tu dê biçe koço? jî wiha got: “Ez naxwazim biçim Koço. Ez biçin wir nikarim disa wê êşê rakim. Nikarim wê rojê ji nûve bijîm. Hemu xizmên min li wir hatin kuştin. Ez ê biçim Şenggalê. Min beriya Şengalê kiriye. Min berîya axa wê kiriye."
MA / Nazım Daştan