AGIRÎ – 161 girtiyên li Girtîgeha Panosê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Girtiyan peyam şand û xwestin berxwedana wan bê mezinkirin.
Li tevahiya girtîgehên bajarên herêmê û bajarên rojavayê Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bela bûye û bi sedan girtî di çalakiyê de ne. Li girtîgehan ewil bi komekê di 16’ê kanûna 2018’an de çalakî dest pêkir. Ji 1’ê adarê şûn ve greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bû. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê ye. 161 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. 161 girtiyan têkildarî çalakiya xwe peyamek hevpar şandin.
‘EM Ê BI BERXWEDANA XWE BERSIV BIDIN’
Peyama girtiyan wiha ye:
Çalakiya hevrê Leyla Guven dest pê kir ji 1’ê adarê şûn ve li hemû zîndanan belav bû. Hêvî, bawerî coş, kelecan, moral û motivasyona me ji ya her demê bêtir mezinttir û di cih de ye. Pêngava ‘em tecrîdê bişkênin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ji nû ve di rûpelên dîrokê de tê nivîsandin. Ji bo em parçeyek vê dîrokê ne em şanaz in. Gelê me, dostên me û dijminê me divê baş dizanibin ku; em ê teslîm nebin, em ê bi berxwedana xwe bersiva hemû êrîşan bidin. Em hêza xwe ji Rêber Apo digirin. Tecrîd bê feyde ye û wê parçe parçe bibe.”
KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ MÎRASA HERÎ MEZIN E
Em di wê ferqê de ne ku çiqas faşîmzek mezin heye. Lê faşîzma sed salî cihê xwe li sergo dîtiye. Çakûçê Kawayê hemdem Mazlum Dogan zû ve faşîzmê têk biriye. Çalkiya Çaran û berxwedana 14’ê Tîrmehê vê berxwdanê kûrtir kiriye. Kevneşopiya vê berxwedanê ji bo me mîrasek mezin e. Em ê ji bîr nekin. Divê gelê me ji bîr neke. Bi meş, mitîng û çalakiyan ev berxwedan li çar aliyê cîhanê tê birêvebirin. Banga me ew e; divê ev berxwedan bê mezinkirin. Her kolan, qad û her zîndan wê bibe Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Kobanê û Efrînê. Faşîzma ku li van deran derbê ji berxwedanê xwar, dê vê carê jî ji mirinê derba xwe bixwe. Em bi vê bawerî û îradeyê li ber xwe didin. Teqez em ê bi ser bikevin.”
161 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Omer Kabul, Atîlla Coşkun Ozer û Mehmet Bozdag ên li Girtîgeha Panosê ji 16’ê kanûnê 2018’an ve, Emre Yalçin û Velî Cîndal jî ji 17’ê çile ve di grevê de ne. Ji 1’ê adarê şûn ve 156 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Navê 156 girtiyan wiha ye: “Alî Ejder Elyakut, Adnan Oner, Emrah Bayram, Serhat Oruç, Ahmet Esen, Abdulmuttalip Tangan, Mahsum Yilmaz, Omer Mengu, Onur Peker, Abdulkadîr Irmak, Abdullah Kebude, Esat Akdag, Enver Karakuş, Şervan Tektaş, Yakup Turgut, Ferhat Keve, Cîhan Aydemîr, Murat Arslanoglu, Selîm Yilmaz, Tekîn Bayram, Agît Çîçek, Star Gunduz, Harun Sîmîn, Umut Garîp, Sezaî Damar, Sabahattîn Zeyrek, Omer Koç, Hasan Eren, Yusuf Zeyrek, Ahmet Kiliç, Sîdar Soysal, Nîhat Karababa, Ergun Gundogdu, Çekdar Odungît, Ahmet Demîrel, Zerdeşt Sarİkaya, Xebat Kurt, Kadîr Kiyag, Ferît Hasçelîk, Ertan Oren, Yakup Şahîn, Nevzat Turgut, Alî Ektî, Muzaffer Yilmaz, Musa Ozden, Nîzamettîn Ozden, Îsmaîl Tayden, Nazim Kaplan, Mecît Aykut, Mehmet Acar, Halîl Gurcu, Suleyman Aygun, Metîn Ozturk, Mukremîn Gur, Arafat Karadag, Dagistan Payçu, Metîn Çelîk, Erkan Erdemîr, Bîlal Babahan, Nevzat Kesik, Tahirhan Aggoz, Serkan Şanci, Engîn Turak, Şukru Akkurt, Veysel Avci, Suleyman Çelebî, Yasîn Yilmaz, Ugur Abî, Yunus Selvî, Mehmet Akçora, Vedat Kalin, Remzî Solmaz, Vefa Yilmaz, Bulent Aktaş, Muhsîn Adiyaman, Nurettîn Çelîk, Yusuf Kan, Şemsettîn Tekîn, Ahmet Ozturk, Nevzat Akbulak, Abdulkadîr Encu, Mehmet Siddik Yildirim, Eyup Yaşar, Burhan Şik, Murat Arslan, Sena Efe, Sahîm Genç, Şeyhmus Çelîk, Mahmut Temtek, Reîs Kaya, Abdurrahman Aşkan, Kadrî Gultepe, Bariş Demîr, Ercan Erîş, Kemal Gur, Huseyîn Aşkan, Enver Arslan, Orhan Cengiz, Ahmet Ozay, Behçet Ateş, Yunus Çakar, Çetîn Kabul, Adem Yilmaz, Tanju Mergucek, Erhan Karakaya, Ercan Akboga, Adem Er, Zulkuf Kaya, Abîdîn Încî, Huseyîn Er, Ekrem Keklik, Faysal Atak, İbrahim Er, Yaşar Yildirim, Salîh Ozer, Ekrem Kar, Cemîl Akiş, Mahmut Sîngar, Ahmet Altunay, Hakkı Oguz, Selahattîn Yildiz, Samet Erdem, Selamî Ustundag, Mustafa Îmdat Tamtekîn, Husnu Bulgan, Nevzat Sînan Mayda, Ferdî Îbek, Metîn Tekîn, Muhammed Ezgî, Abdulcabbar Çelîk, Vahyeddîn Sari, Cemîl Oruç, Feddal Orak, Îsmaîl Dulek, Devran Aslan, Mehmet Aslan, Nurullah Beker, Yakup Eryilmaz, Mehmet Înatçi, Muhsîn Avci, Îbrahîm Sogut, Ahmet Yildiz, Bayram Gumuşay, Hîvzullah Mutlu, Ersîn Aslan, Seyîthan Akdenîz, Muzaffer Guler, Îlyas Tokay, Şevder Bîngol, Adem Aykuş, Refîk Çelîk, Mehmet Alî Caymak, Şafî Kayihan, Zahîr Baran, Salîha Cebe û Dîlan Barîn.”