EDENE – Nûnerên partî û saziyên li Edeneyê, ji bo daxwaza Leyla Guven û girtiyan pêk bê, xwestin dengê çalakiyê bê bilinbdkirin û tecrîd bi dawî bibe.
Nûnerên partî û saziyên li Edeneyê, bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyan û xwestin daxwaza Guven û girtiyan demildest pêk bê.
‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE WÊ AŞTÎ ÇÊNEBE'
Rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikimxwaran (TUAYDER) Huseyîn Memîş, bi bîr xist piştî 1'ê Adarê çalakiya greva birçîbûnê li tevahiya girtîgehan dest pê kiriye. Memîş, anî ziman ku tenê daxwazeke Guven û girtiyan heye, ew jî bidawîbûna tecrîdê ye. Memîş, bilêv kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, wê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê aştî çênebe.
Memîş, da zanîn ku ji bo bibin ddengê berxwedana Guvenê û girtiyan, wan hin çalakî li dar xistine. Memîş, bilêv kir ku ew ê wek TUAYDER tevî malbatên girtiyan bi dirûşmeya "Bila zarokên me nemirin'" biçin Wezareta Dadê. Memîş, bang li Wezareta Dadê kir ku peywira xwe bi cih bîne û bang li hemû derdoran kir ku bibin dengê vê berxwedanê. Memîş got: "Em naxwazin tu kes bimire. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Divê Wezareta Dadê û hikûmet, daxwaza Leyla Guven û girtiyan qebûl bike. Bila zarokên me nemirin; dengê xwe li dengê vê berxwedanê zêde bikin."
‘EM DIKARIN AGIRÊ LI ROJHILATA NAVÎN BI OCALAN BIDIN TEFANDIN'
Hevserokê DBP'a Edeneyê Mehmet Yaşik jî diyar kir ku di şexsê Ocalan de li tevahiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tecrîdek pêk tê û pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015'an de bi bîr xist. Yaşik, diyar kir ku ji bo dewlet hiqûqa xwe pêk bîne, li vî welatî 3 milyon û nîv mirov gotin 'Birêz Ocalan vîna min e' daxwazname ji Meclîsê, Parlementiya Ewropayê û NY'yê re şandine. Yaşik got: "Birêz Ocalan, rêberê gelekî ye. Eger AKP, naxwaze di vê pêvajoyê de ji girtîgehan darbest derkevin, demildest divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rake û bihêle ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk bên. Tenê em dikarin tevî Birêz Ocalan agirê li Rojhilata Navîn bitefînin. Kesên dibêjin em mirov in divê dengê xwe li dengê berxwedana Leyla Guven û girtiyan zêde bikin. Berî mirin çêbibin demildest divê em vê pêvajoyê temam bikin."
Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral jî, anî ziman ku divê herkes bibe dengê vê qîrîna ji bo aştiyê û got: "Ji bo aştî çêbibe, divê daxwaza Leyla Guven bibe rojev. Divê hikûmet jî vê daxwazê bike rojev. Divê careke din pêvajoya aştiyê dest pê bike. An jê wê tecrîd girantir bibe û wê veguhere polîtîkayên şerî yên dijwartir. Ji bo aştî bê vî welatî divê daxwazên Leyla Guvenê bên qebûlkirin."
‘EM DADIKEVIN QADAN'
Hevberdevkê Meclîsa HDK'a Bajêr Ûgûr Bayrak jî, destnîşan kir ku tecrîd sûc e û xwest ev sûc bi dawî bibe. Bayrak, diyar kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ew ê daxuyaniyên çapemeniyê, meşan li dar bixin û nepoxên spî ber bi hewayê ve bifirşnin. Bayrak got: "Em ê li derve bibin dengê Guven û girtiyan. Ger tecrîd bi dawî bibe, wê aştî û aramî bê vî welatî. Ji bo aştiyê divê her kes dengê xwe li dengê vê berxwedan û têkoşînê zêde bike. Tecrîd sûc e û divê bi dawî bibe."
MA / Hamdullah Kesen