STENBOL - Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, bi hinceta girtiyên di greva birçîbûnê de motîve dike, rojnameya Yenî Yaşaê nadin girtiyan.
Piştî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kirin, zext û zoriyên li ser girtiyan jî zêde dibin. Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, girtî doza rojnameya Yenî Yaşamê dikin, lê belê bi hinceta girtiyên di greva birçîbûnê de motîve dike Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Serokatiya Perwerdehiyê ya Midûriyeta Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, di 3'yê Adar 2019'an de biryar da û di biryara xwe de derpêş kir ku tenê kesên bi "endamtiya rêxistinê" tên tawanbarkirin doza rojnameyê dikin. Di biryarê de hat gotin ku li van odeyan jî kesên di greva birçîbûnê de ne dimînin. Di biryarê de ji bo tecrîda li Îmraliyê jî "qaşo tecrîd" hat gotin. Her wiha di biryarê de hat îdiakirin ku wê rojname girtiyên di grevê de motîve bike û bi vî awayî saziyên cemaweriyê û peywirdarên wê hedef digire.
RADYO JÎ HATIN DESTGÎRKIRIN
Her wiha li girtîgehê, radyoyên ji kantîna girtîgehê hatin kirîn jî bi hinceta "guherandina frekansê" hatine destgîrkirin. Piştî girtiyan dît îfdareya girtîgehê radyoyên wan nade, daxwaz kirin ku heqê radyoyan bê îadekiri, lê belê heta niha pereyên wan jî nehatiye îadekirin.
ÊRÎŞÎ GIRTIYAN KIRIN
Di avêtina ser qawîşa B-9'an de heta îdiakirin ku kupureke rojnameyê hatiye dîtin û di kupurê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye. Gardiyanan, kupura rojnameyê li ber çavê girtiyan qetandin. Wexta girtiya bi navê Sîbel Ûçar bertek nîşan dide, gardiyan êrîşî wê dikin û qirika wê dijidînin.
Piştî girtiyên li odeyê li dijî vê liv û tevgera gardiyanan derdikevin, rageşiyek çêdibe û ji bilî Hacer Halîl Yûsûfa di greva birçîbûnê de der barê girtiyên di odeyê de lêpirsîn tê destpêkirin. Her wiha îdareya girtîgehê cezayê hucreyê li Sîbel Ûçar biriye.
MA / Yasin Kobulan