ÎZMÎR - Gulsîlî Kaya ku di salên 2000'î de rojiyên mirinê şopandin, bilêv kir ku divê careke din heman travma rû nede û ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla guven û girtiyên di greva birçîbûnê de bang li her kesî kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 121'ê de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya 331 girtiyî jî di roja 83'yan de ye. Ji ber heta niha gav nehatiye avêtin, di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan girtiyên PKK û PAJK'î daxilî çalakiya greva birçîbûnê bûn.
‘HEMAN PÊVAJO'
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ya berê Gulsîlî Kaya ku di salên 2000'î de 2 salan rojiyên mirinê yên li girtîgehan şopand, anî ziman ku tiştên wê çaxê qewimîn wek roja berê di bîra mirovan de ne. Kaya, diyar kir ku ji bo girtiyên di rojiya mirinê de bijîn tev geriyane û ji ber daxuyaniyên dane der barê wan de 97 doz hatine vekirin. Kaya, bilêv kir ku niha jî heman pêvajo dubare dike û got: "Divê Leyla Guven û girtî bijîn."
‘PERGALA TECRÎDÊ'
Kaya, bilêv kir ku tecrîd li dijî rewşa derûnî-civakî ya mirova ye û pêwendiya di navbera girtiyan de bin pê dike. Kaya got: "Tu mirov di hucreyan de hilnayên. Mêjiyê mirov, fikrên mirov, dewlemendiya ruhî û nirxên polîtîk di hucreyan de hilnayên. Ev pergal, ne li gor ruhiyeta me ya civakî û mirovî ye. Em parêzvanên mafên mirovan, tim vê yekê dibêjin." Kaya, anî ziman ku bertekên wê çaxê bertekên mafdar bûn û niha jî bi afirandina girtîgehên Tîpa F'yî girtî di odeyên 2-3 kesî de dimînin û ev yek jî ji ber tecrîdê ye. Kaya got: "Ev pergal nehat rakirin û jiyana bi tîpa hucreyî li tevahiya civakê hat ferzkirin."
Kaya, destnîşan kir ku qebûlkirina pergala tecrîdê tê wateya serîtewandinê û astengkirin pêşketina mirovan û got: "Tarvamayên berê hîn dewam dikin. diviya ji bo wan travmayan lêborîn bihatana xwestin û ev yek ji holê bihatana rakirin. Lê belê berkesê wê niha heman tişt pêk tê. Çalakiya bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kir, her diçe berfirehtir dibe û wê ev yek jî rê li ber encamên giran vebike. Hûn qebûl bikin an nekin, di daxwazên her mirovî de mafdariyek heye. Çimkî ew, rengvedana vîna wî/ê kesê/î ye. Tecrîd, li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Tecrîdkirin jî tirs e. Astengkirina azadiya fikr û ramanê ye. Di Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî de ku Tirkiyeyê jî îmzeya xwe daniye binî, tê gotin ku bawerî, nîjad, netew, fikr û raman û zayenda kes çi dibe bila bibe, her kes wekhev e. Tecrîd li dijî vê yekê ye."
MA / Nîmet Olmez