* Cuneyt Aslan ê girtî ku 83 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku ji bilî berxwedanê tu rêyek wan din nîne û got: “Çalakiya me bang li gelê kurd dike û dibêje ev çalakiya we û ev berxwedêr zarokên we ne.”
* Gulsîlî Kaya ku di salên 2000'î de rojiyên mirinê şopandin, bilêv kir ku divê careke din heman travma rû nede û ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla guven û girtiyên di greva birçîbûnê de bang li her kesî kir.
* Esnafên bazara li Bûcayê, bilêv kirin ku dewletê ew qedandine û dixisirin.
* Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, bi hinceta girtiyên di greva birçîbûnê de motîve dike, rojnameya Yenî Yaşaê nadin girtiyan.
* Nûnerên partî û saziyên li Edeneyê, ji bo daxwaza Leyla Guven û girtiyan pêk bê, xwestin dengê çalakiyê bê bilinbdkirin û tecrîd bi dawî bibe.
* Hunermend Ayfer Duzdaş, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bang li hunermen, akademîsyen, nivîskar û rewşenbîran kir û got: "Em bibin dengê wê, em hêza xwe li hêza wê zêde bikin da Leyla bijî."
* Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin bang li her kesî kir ku têkevin nav hewldanan û got. "An em ê bibin hevparê sûcêê dewletê an jî em ê peywira xwe ya ji bo mirovahiyê bi cih bînin. Ev bêdengî nayê qebûlkirin."
* Xizmên girtiyan der barê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ku di 1'ê Adarê de li tevahiya girtîgehan belav bûn de, diyar kirin ku ger mirinek çêbibe bi qasî hikûmetê kesên xwe li bêdengiyê datîne jî berpirsiyar in. Malbatan got: "Hizûra me tune ye, bi şev xew bi çavê me nakeve."
* Sazî û platformên jinan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di serî de li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Şirnex û gelek bajar û navçeyên din ên herêmê û bajarên rojavayê Tirkiyeyê dê mitîng, çalakî û şahiyan li dar bixin. (12.00-19.00)
* Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyan dê li gelek bajar, navçe û bajarokan xebatên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê birêve bibin. (12.00-17.00)