AMED - Emniyeta Amedê nivîsek ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re şand û xwest ku kêlikên gorên aîdî endamên PKK, YJA STAR, YPG, YPJ, YPS û YPS-JIN’ê yên li Goristana Yenîkoyê ne bên guherandin.
Muduriyeta Polîsan a Amedê, ji bo nivîsa “şehîd” a li ser kêlikên gorên endamên PKK, YJA STAR, YPG, YPJ, YPS, YPS-JIN ên li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya navendî Rezanê ye tev geriya. Polîsên ku ji aliyê Muduriyeta Polîsan a Bajêr ve hatine peywirdarkirin, bi rojane li mermervanan digerin û wan hişyar dikin ku li ser kêlikên goran ‘şehîd’ nenivîsin û îşaretên ku PKK’ê sembol dikin çê nekin. Têkildarî mijarê Muduriyeta Polîsan Serdozgeriya Komarê ya Amedê agahdar û ji bo yên heyî jî bên guherandin li gor fermana dozgeriyê tev digere.
Di nivîsa ku helbestên li ser kêlikan hatine nivîsandin jî wek îfadeyên rêxistinî tên nirxandin de, tê diyarkirin ku di demeke herî kurt de li gor fermana Serdozgeriya Komarê liv û tevgereke xwe bide der û di demeke herî kurt de îşaret, gotin û nivîsên li ser kêlikên aîdî endamên rêxistinê ne bên rakirin û gor wek gorên adetî bên veguherandin.
Piştî ku nivîs gihaşt ber destê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyê xebat dan destpêkirin. Hat hînbûn ku şaredariyê li goristanê 28 gor tespît kirine û dê ji bo sererastkirina van goran agahiyê bide malbatan. Peywirdarekî goristanê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku heke kêlikên goran neyên guherandin dê Muduriyeta Polîsan bi derfetê xwe biguherîne.