AMED - Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, lîstikvanê Amedsporê Mansûr Çalar ji futbolê men kir.
Lîstikvanê Amedsporê Mansûr Çalar ku di maça bi Sakaryasporê de, bi êrîşên nijadperestî re rû bi rû mabû, ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê, ji fûtbolê hate menkirin. Hate diyarkirin ku Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê, 25 hezar lîra ceza jî li Çalar biriye.
Hate diyarkirin ku di heman maçê de 15 hezar lîra ceza li Amedsporê, li lîstikvanê Amedsporê Mûhlîs Îstemî cezayê dûrxistina 5 maçan û 3 hezar lîra, li Mûhammed Alî Ozdemîr jî cezayê dûrxistina 4 maçan û 2 hezar û 400 lîra ceza hatiye birîn.
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê berê jî lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî ji fûtbolê men kiribû.