AMED – Nûçegihana me Semra Tûran ku li Dersimê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Duh, danê sibehê polîsan li Dersimê avêt ser gelek malan. Nûçegihana me Semra Tûran, Şaredara Bajaroka Akpazarê ya berê Fadîme Çetînkaya, rêveberê HDP'a Dersimê yê berê Hidir Odûncû û Rêveberê DBP'a Dersimê Haskar Aytaç hatibûn binçavkirin.
Piştî karên li emniyeta bajêr, 4 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê her 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tawanbar kir û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi şertê kontrolkirina edlî her 4 kes berdan.