STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo li Îmraliyê hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbin serî li Serdogzeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha 796 serlêdanên parêzeran hatine redkirin.
Parêzer Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç, ji bo li Îmraliyê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha 796 serlêdanên parêzeran hatine redkirin.
Parêzer, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re çêbikin. Serlêdanên parêzeran bi hinceta "Muxalefeta hewayî", "Xirabbûna kosterê" û "Qanûna der barê tevdîrên ceza û ewlehiyê ya jimare 5275" tên redkirin.