STENBOL – Parlementerê berê û Parêzer Hasîp Kaplan ku dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê parêzeriya wî kir û 20 carî pê re hevdîtin çê kirin wiha got: “Li Tirkiyeyê jiholêrakirina krîza siyasî bi rakirina tecrîd û îzolasyonê pêkan e.”
Parlementerê berê û Parêzer Hasîp Kaplan, ku dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, parêzeriya Ocalan kir û 20 carî pê re hevdîtin çê kir balê kişand tecrîda li ser Ocalan û behsa pirsgirêkên huqûqî yên tên sepandin kir.
SERLÊDANA WÎ YA EWIL HAT REDKIRIN
Kaplan, bi bîr xist ku hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re ji roja ewil heta niha ve tim bi zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. Kaplan diyar kir ku wî cara ewil bi awayekî nivîskî serlêdan pêk aniye û ji bo vê serlêdana wî wiha hatiye gotin: “Daxwazek bi vî rengî tune ye. Ji ber vê daxwaza we ya serlêdanê hatiye redkirin.”
DI 26’Ê ADARÊ DE CARA EWIL HEVDÎTIN PÊK ANÎ
Kaplan, da zanîn ku wî û çend parêzerên din di 26’ê Adara 1999’an de bi Ocalan re hevdîtin çê kiriye û wê demê jî ew bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû mane. Kaplan, anî ziman ku dema ew ji bo hevdîtina ewil çûne, bi venêrînên dijwar re rû bi rû mane û ev tişt gotin: “Ewlehiyeke taybet bi we re tê. Ji tema çavan bigire heta lêgerîna biyolojik her tişt heye. Dayîna dosyeyan, wergirtina agahiyan tune bû. Me nikaribû ewraqan têxe hundur. Dema hûn diçûn hemû tiştên we ji we distandin. Hevdîtin di şert û mercên zaf zehmet de pêk dihat.”
Kaplan, diyar kir ku ewil heftê du caran hevdîtin çê dibûn û her hevdîtin saetekê bû. Kaplan, got ku paşê hevdîtin daxistin heftê rojekê û saetekê û paşê jî dest bi astengkirina serlêdanan hat kirin.
Kaplan, dest nîşan kir ku ji bo ew wekaletê ji Ocalan wergirin, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane. Kaplan wiha domand: “Dema min wekalet wergirt, fikirîm dibe ku di pêşerojê de bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînim û ji ber vê min ji noter xwestibû ku erkeke taybet lê zede bike. Ji li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, dadgehên navnetewî doz bên vekirin min erkeke taybet lê zede kiribû. Çimkî belgeya erkî îmze nedikirin, asteng dikirin. Me ev yek li notere çareser kir. Tenê me wê deme bi wî awayî wekalet wergirt.”
Kaplan, got ku di hevdîtina ewil de Ocalan raya giştî meraq kiriye û pirsên di vî warî de pirsîne. Kaplan wiha behsa diyaloga di navbera wan û Ocalan de kir: “Dipirsî ‘Çi dibe. Di raya giştî de çi diqewime. Çi tên nivîsandin.’ Çimkî wê demê ne televizyon û ne jî rojname nedihatin dayîn. Digot ‘Xwegihandina wan pir girîng e. Çimkî ez ê nikaribim parêziya xwe amade bikim.’ Di vî warî de em ketin nava liv û tevgeran û taliye radyoyekî biçûk hat dayîn. Ji bo guhdariya nûçeyan bike, bawerim radyo bilind dikir. Paşê rojnameyên hefteyek bere hatind ayîn. Parêzer dianîn. Lê belê beşên têkildarî wî dihatin jêkirin. Dema em çûn û me hevdîtin pê re çê kir, ji me re got.”
Kaplan wiha domand: “Me di 26’ê Adarê de hevdîtin pê re çê kir. Di meha Nîsanê de hilbijartin çê bûn. Me lotoya hilbijartinê lîst. Wê demê CHP serdemê CHP bendav derbas nekir. Ji ber vê bûyerê dengen DSP’ê zede bûn. MHP di ortê de ma, ANAP bi paş ve ket. Dema me bi lotoya hilbijartinê lîst, hema bêje tespîtên wî jî di vî warî de bûn. Wê çaxê jî me xebar dabû. Gotibû ‘Heke HADEP û CHP’ê di warê hilbijartinê de tifaqiyê çê nekin, wê di bin bendavê de bimînin’ û ji xwe wisa jî bû. CHP cara ewil di hilbijartina 99’an de bendav derbas nekir. Jixwe siûdeke HADEP’ê ku bendavê derbas bike tune bû. Yanî pêşbîniyên wî di vî warî de bûn. Paşê di warê zeximkirina siyaseta demokratîk de fikrên wî hebûn. Ketin parlementoyê û her çû hejmara parlementeran zede bû. Ev hemû pêşbiniyên wî bûn û hatin axaftin. An jê li gel çewisandineke ewqasî wê serketineke evqasî ne pêkan bûna.”
Kaplan balê kişand ser darizandina ku di dawiya Gulanê de dest pê kir û di 29’ê Hezîranê de qediya û wiha behsa binpêkirinên wê demê kirin: “Serdozger Nûsret Demîrel me ji danişînê diavêt. Di danişînê de malbat dihatin girtin, êrîş çê dibûn û doz li me dihatin vekirin. Wê deme Nûsret Demîrel serdozger bû. Min li Desteya Bilind a Dadwer û Dozgeran 15 caran giliyê wî kir. 4-5 caran ji bo îfadedayînê çû, lê tu kirarî nehatin destpêkirin. Me binpêkirinên mafan kirin belge û me ew belge hemû ji DMME’yê re şandin.” Kaplan balê kişand ser pêvajoya darizandina li Tirkiyeyê û wiha got: “Li vir darizandin tune. Li vir mîzanseneke dihat lîstin. Biryareke ku encama wê diyar hebû. Tenê li salnemeyeke diyarkirî hatibû bicihkirin. Wê deme ez tevlî danişîna ewil a Hezîranê bûm û veqetiyam. Min serlêdana der barê pêvajoya Ewropayê de amade kir.”
Kaplan, dest nîşan kir ku wan li dijî biryara darvekirinê serî li DMME’yê daye û ev tişt gotin: “Me dosyeya sereke wek 30 cilbendî û hin pêvekên wê şandin. Me daxwaza tevdîrgirtinê kiribû. Li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hebû. Me daxwaza rawestandina cezayê darvekirinê kir. Cara ewil bû ku DMME biryara tevdîrê da û koalisyona wê demê jî li gor biryara tevdîrê tev geriya.” Kaplan, diyar kir k udi DMME’yê de ji gelek welatan parêzer parêzî kirin û ji bo darizandina li Tirkiyeyê biryarên binpêkirinê hatin dayîn û Daîreya Mezin jî ev biryarên binpêkirinê rast dîtin.
‘HEKE HEVDÎTIN ÇÊ BIBIN DÊ DAWÎ LI KRÎZÊ BÊ’
Kaplan, bi bîr xist ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çê bikin û wiha got: “Halbûkî rêziknameya hevdîtinê heye û zaf aşkere ye. Wê girtî û hikumxwar çawa hevdîtinê çê bikin, mafên wan ên telefonê, mafên wan ên hevdîtina bi parêzeran hemû tê de hene. Lê dema mirov di çarçoveya huqûqî li vê yeke binere, helbet tu hêleke wê ya huqûqî tune ye. Binpêkirin heye, rewşeke sûcî heye.”
Kaplan, dest nîşan kir ku sedema astengkirina hevdîtinan siyasî ye. Kaplan balê kişand ser şertên şerî yên Rojhilata Navîn û Tirkiye di nav de ne û ev tişt gotin: “Heke Tirkiye ji nû ve pêvajoyeke hevdîtinê, diyalogê bide destpêkirin, wê ev yek rê li ber çareserkirina pirsgirêkan vebike. Niha Tirkiye ji aliye Îran, Iraq, Rûsya û koalîsyonê li der tê hiştin. Di politikaya derve de bi tenê hatiye hiştin. Lê belê li Tirkiyeyê jiholêrakirina krîza siyasî bi rakirina tecrîd û îzolasyonê pêkan e.” Kaplan, xwest ku dawî li tecrîda li ser Ocalan bê û wiha got: “Wê hezar salên din jî bi tevkariya stratejîk a gele kurd û tirk bide qezenckirin. Wê ev qezenckirin bi xwe re yekîtiyê jî bikelijîne û wê li Rojhilata Navîn Tirkiyeyê bike aktorekî hêzdartir. Ji bo vê divê demildest siyaset jî hinekî pêş xwe bibîne.”
MA / Sadiye Eser