AMED - Nûçegihana me Semra Tûran û 3 kesên li Dersimê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî îfade dan dozger, bi “Şertê kontrol adlî” bên berdan, sewqî dadgehê hatin kirin.
Polîsan, duh li Dersimê, di serde girtina malan de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Şaredara Berê ya Akpazarê Fadime Çetinkaya, Rêveberê HDP’ê yên berê Hidir Oduncu û Rêveberê DBP'ê Haskar Aytaç binçav kiribûn.
Rojnameger Tûran û 3 kesên li Midûriyeta Polîsan a Bajêr dihat girtin, sewqî edliyê hatin kirin. 4 kesên îfade dan dozger, bi “Şertê kontrol adlî” bên berdan, sewqî dadgehê hatin kirin.
Li dadgehê îfade dayîna 4 kesan berdewam dike.