Li gelek bajaran jinan peyama biryardariya têkoşînê da

  • jin
  • 15:53 7 Adar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Sazî û platformên jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî û şahiyan li dar xistin û li dijî zîhniyeta baviksalar a rûxandinan pêk tîne peyama têkoşîna biryardariyê hat dayîn. 

Li gelek navendên bajarên herêmê platform û saziyên jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakî û şahiyan li dar xistin. Jinan anîn ziman ew ê li dijî pergala serdest û baviksalar dê têkoşîna xwe bilind bikin. 
 
RIHA 
 
Platforma Jinan a Bajarê Rihayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li li navenda Rihayê daxuyanî da û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin beşdar bûn. Jinan pankarta “Jina azad, civaka azad, jiyana azad” vekirin. Li ser navê platformê Dîlek Polat axivî û got ew xwedî li têkoşîna jinan derdikevin. Parlamenter Ayşe Surucu jî got: “Em ê ji vê pêvajoya xerab re bêjin bes e û na.” Surucu ji bo bêdengiya hikumetê ya li hember çalakiyên greva birçîbûnê re bang li Wezîrê Dadê kir û xwest gav biavêjin.” 
Jinan li ber erbaneyê govend gerand û dawî li çalakiya xwe anî. 
 
WAN 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û rêveber HDP’ê û DBP’ê li navenda Wanê bi boneya 8’ê Adarê di bin barîna berfê de qurnefilan li jinan belavkirin û jinan vexwendin mitînga 8’ê Adarê ya dê sibê li Parka Aştiyê ya Musa Anter pêk were. 
 
QERS 
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Qersê jî bi wesîleya 8’ê Adarê bi jinan re li salonek dawetê hatin gel hev. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen beşdar bûn. Alaca axaftinek kurt kir û bal kişand ser rola jinan a di nava HDP’ê de. Piştî hevdîtina li gel jinan, jinên HDP’î li navenda bajêr qurnefilan li jinan belav kirin. 
 
ÊLIH 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ên Êlihê û Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê bi boneya 8’ê Adarê ku dê sibê li ber stadyuma kevn a Êlihê mitîngê li dar bixe li ser Bulvara Turgut Ozalê belavok belavkirin û banga beşdariya mitîngê li jinan kirin. Jinan fîstanên xwe yên gelerî li xwe kirin û li ber erbaneyan govend gerandin. Jin li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê kom bûn û heta Kolana Gulistanê meşiyan û jinan vexwendin mitîngê. Dema jin dimeşiyan zilamên dirûşmên jinan bihîstin rabûn ser piya û li çepikan dan. 
 
MÊRSÎN 
 
Platforma Jinan Mêrsînê û Pêkhateya Jin Bi Hev Re Xurt in a Mêrsînê dê sibê êvarê li Yenîşehîrê meş li dar bixin. Saziyan bi daxuyaniya çapemeniyê jinên Mêrsînê vexwendin meşê. 
 
DÎLOK  
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Dîlokê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de li avahiya partiyê bi jinan re civîn li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û gelek jin beşdar bûn. Li sînevziyona 8’ê Adarê hat temaşekirin û jinan dirûşm berz kirin. Semra Guzel di civînê de axivî û got: “Wê tecrîd bi berxwedana jinan bê hilweşandin.” 
 
AMED 
 
Komeleya Jinan a Rosa li Amedê bi beşdariya jinên rêxistinên civakî yên sivîl re li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleya Rosa bi hevkariya rêxistinên civakî yên sivîl “Tora Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinan” ava kir. 
 
Di civînê de Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî axivî û vê tora ava kirin e bi raya giştî re eşkere kir. 
 
8 SAZÎ CIH DIGIRIN 
 
Pasînlî got di nava vê torê de Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirova, Komîsyona Jinan a Odeya Bijîşkan a Amedê, Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, Şaxa SES’ê ya Amedê, Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê ya Amedê, Şaxa Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî cih digirin.
 
Asli di dawiya daxuyaniyê de Protokola Hevkariya Tora Têkoşîna Li Dijî Şidetê xal bi xal parve kir. 
 
 

Sernavên din

11/03/2019
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’
15:44 Kesên li Enqerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:42 Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat dîtin
15:39 Rêxistinên Sivîl ên Wanê bang li Wezareta Dadê kirin
14:34 'Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin'
14:27 Li Wanê 148 girtî di greva birçîbûnê de ne
14:12 Girtiyan serî li ÎHD’ê dan
14:01 HDK’ê banga Newroza Stenbolê kir: Newroz dê bibe îfadeya Yekîtiya Hêza Demokratîk
13:36 Yuksekdag: Ez jinên di Rêveberiya Cewherî de li ber xwe dan silav dikim
13:23 Berdevkê HDP’ê: Dev ji dijminahiya gelê kurd berdin
13:13 HDP’ê ji bo tevlîbûna mîtînga Êlihê bang kir
12:48 Li Wanê 95 sindok hatin veguhestin
12:38 Li Şirnexê hemû xwendekarên lîsê dibin mîtînga Erdogan
12:06 Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
11:30 Danişîna doza darizandina Yuksekdag dest pê kir
11:04 9 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
10:00 Gulsum Elvan: 5 salin li kurê xwe digerim
09:29 19 sal berê keça wê li dijî tecrîdê xwe şewitand
Niha jî kurê wê bi heman daxwazê di grevê de ye
09:23 Çalakgera hat berdan: Çi li zindanê, çi li malê dê çalakiya min berdewam bike
09:17 Beriya hilbijartinê qeyûmê Farqînê milk dewr kir û deyn zêde kir
09:16 Dayikên Aştiyê: Bêyî can winda bibin deriyê Îmraliyê vekin
09:15 Rêveberiya girtîgehê vîtamînên ÎHOP'ê şand desteser kir
09:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Emê rêberê xwe teslîmî faşîzmê nekin
09:14 Dayika girtiyê 64 rojin di grevê de: Em dest bidin hev aştiyê bînin
09:13 24 sal di ser komkujiya Gazî re borî: Em edaletê dixwazin
09:13 Sadettîn Yaşar: Piştgirî û piştevanî dikare terîdê bişkîne
09:12 Bi pirtûka 'Gergedan' mexdûriyeta îktîdarê dipirse
09:11 ‘Li Girtîgeha Duzce tevî hemû zextan bi biryarî grevê berdewam dikin'
09:10 Berxwedana Leyla Guven di roja 124'emîn de ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN
10/03/2019
22:35 QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin
22:28 Ziyareta Buldan a Esenyurtê vegeriya mîtîngê
21:56 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye
21:27 Li Girtîgeha Xarpêtê ciwaneki jiyana xwe ji dest da
20:18 Jinên Îzmîrî li Gundogdu mîtîng pêk anîn
19:58 ANF rastî êrîşa siberê hat
19:54 Namzetên HDP'ê li dehan navendan gel ziyaret kirin û buro vekirin
19:11 Temellî: Plana wan Tirkiye hilweşand
15:11 Komcivîna Jinan a Karkeran li Stenbolê hat lidarxistin
15:09 5 partiyên kurd êrîşa li dijî HDP'ê şermezar kirin
14:37 Temellî li Pirsûsê axivî: Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye
14:15 Bernameya HDP’ê ya Newrozê diyar bû
13:45 Namzetên HDP’ê yên Argûvan: Bi biryarek hevpar em ê bixebitin
13:30 Temellî li Eligorê bi coş hat pêşwazîkirin
13:23 Qeyûmê Şirnexê beriya mîtînga Erdogan dest bi pîneyan kir
12:12 Nameya ji girtiyekê re hatibû şandin, piştî 13 mehan gehişt destê wî
12:00 Balafira Etiyopya ket: 157 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan
11:39 Ji girtiyan peyam: Berxwedana me dê bibe xelekek ji taca serkeftinê
11:24 Li Gimgimê afîşên HDP'ê kom kirin
11:12 Tayîp Temel: Divê hemû kes bi hêza xwe bikeve nava tevgerê
10:50 Namzetên HDP'ê yên Hîzanê: Gel dê 31'ê Adarê betonên li pêş xwe rake
10:26 'Em dê li Êlihê rekorê derbas bikin
10:15 Temellî: Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn
09:28 Girtiyên jin: Di encamê de mirin jî hebe, em ê dest ji daxwaza xwe bernedin
09:15 5 sal derbas bûn: Doza Berkîn Elvan bi zanebûnî tê dirêjkirin
09:13 Li Amedê cihê sindoqên 15 hezar û 885 hilbijêrî hat guherandin
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin