MÛŞ / BÊDLIS - 26 kesên ku di 5'ê Adarê de li gundê Adaksu yê Navçeya Milazgîrtê hatin binçavkirin, hêj li fermandariya cendirmeyan a navçeyê lêpirsîna wan didome. 2 ciwanên duh li Navçeya Norşînê hatin binçavkirin jî piştî îfadeya wan hatin girtin hatin berdan.
Eskeran di 5'ê Adarê de bi ser gundê Adaksû yê Navçeya Milazgîrê yê Mûşê de girtin. Eskeran di serdegirtina gund de 26 welatî binçav kirin. Eskerên bi ser gund de girtin, li malan lêgerîn kirin û alavên malan tev li hev kirin. Eskeran 26 kesên binçav kirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Milazgîrê. Welatî Abdulsamet Barişan, Fahrettin Barişan, Kamuran Bariş, Mehmet Barişer, Cesim Îvak, Murat Îvak, Maşallah Bariş, M. Saît Ozdemir, Îsmet Uzundemir, Hikmet Yildirim, Diyadin Yaşli, Ahmet Ongun, Kudbettin Ersonmez, Îshak Îlhan, Kamuran Gul, Selim Sonmez, M. Saît Ozgoren, Hikmet Subaşi, Fahrettin Demirelî, Gıyasettin Boztepe, Burhan Gonul, Ayhan Yabansi, Sedat Çapan, Behçet Acar 2 kesên navên wan nehat zanîn hêj li Fermandaiya Cendirmeyan a Milazgîrtê tên rawestandin.
Duh li navçeya Norşînê na Bedlisê jî dema Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, tev li vekirina buroya hilbijartinê bû, polîsan 2 welatî binçav kiribûn. 2 kesên hatin binçavkirin piştî li Midûriyeta Polîsan a Norşînê îfade dan hatin berdan.