DÊRAZORÊ - Li Dêrazorê, 2 jê jin, 6 jê zarok 8 Êzidî ji aliyê Hêzên QSD’ê ve hatin rizgarkirin.
Operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên binavê “Firtûneya Cizîrê” ên li dijî DAIŞ’ê tên birêve birin, ber bi dawî ve diçin. Di çarçoveya operasyonan de, bi hezaran DAIŞ’î û malbatên wan teslîmî hêzên QSD’ê bûn. DAIŞ’ê di 3’yê Tîrmeha 2014’an de êrîşî Şengalê kiribû û bi hezaran jin û zarokên Êzidî revandibûn. Ji jin û zarokên Êzidî yên hatibûn revandin 8 kesên din hatin rizgar kirin.
Hêzên YPJ’ê 2 jê jin, 6 jê zarok 8 Êzidiyên rizgar kirin, birin qadên bi ewle. Yek ji her du jinan, jina 20 salî Tesîre Suleyman a ji gundê Koço ya komkujî lê pêk hatibû ye û jina din jî Edîbe Mîrad Mîlko (22) a ji navçeya Xanesorê ye. Zarokej jê ji navenda Şengalê ye û 3 zarokên din jî ji gundê Tîl Ezerin. Her du zarokên din jî ji gundê Mîlko yê Xanesorê ne.