Hevseroka HDPê Buldan, rapora qeyûmê ku Meclîsa Jinan amade kir aşkere kir

  • jin
  • 13:07 7 Adar 2019
  • |
img

WAN – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, rapora Meclisa Jinan a HDP'ê ku der barê qeyûman de bi sernavê “Qespa rêveberiya herêmî ya Azadiya Jinê" bi raya giştî re parve kir. 

Buldan, diyar kir ku ew dê dawî li hişmendiya qeyûm ya qespê bînin û wiha got: "Teqez tekoşîn û berxwedana tifaqa jinan dê bi ser bikeve. Jin bi meşek heybet dimeşin û tên." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rapora der barê qeyûman a bi sernavê “Qespa rêveberiya herêmî ya Azadiya Jinê" bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. 
Di civîna ku li otelek Wanê pêk hat de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Muazzez Orhan, Namzekên jin ên Hevşaredariya navçe û bajarê Wanê, Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên jin amade bûn. Jinan di civinê de bê navber ji bo Leyla Guven dirûşm berz kirin. Beriya rapor bê aşkerekirin, sînevîzyona ku ji xebatên jinan pêk tê hat pêşandan. Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bi çepik û tilîliyan derket dikê. Buldan, diyar kir ku ew dê dawî li hişmendiya qeyûm ya qespê bînin û wiha got: "Teqez tekoşîn û berxwedana tifaqa jinan dê bi ser bikeve. Jin bi meşek heybet dimeşin û tên." 
 
‘GUVEN 120 ROJIN LI BER XWE DIDE'
 
Buldan, diyar kir ku berî her tiştî di şexsê berxwedêrên jin Leyla Güven, Selma Irmak, Sebahat Tuncel û Dersim Dag de hemû jinên li dijî tecrîdê bi bedena xwe li ber xwe didin silav dike. Buldan, anî ziman ku daxwazên çalakgerên di grevê de daxwazên wan in û wiha got: "Leyla Guven 120 rojin li ber xwe dide. Ji bo evîna aştî û demokrasiyê 4 mehin bedena xwe birçî dihêle. Em hemû dizanin ku Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe ketiye grevê û bedena xwe birçî dihêle. Hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re mafekî herî mirovî, rewa, hiqûqî û zagonî ye. Guven ji bo van mafên herî rewa dest bi grevê kiriye. Ev tecrîd jiyana hemû kesan dorpêç kiriye. Di serî de jin û hemû beşên civakê bê bêhn hiştiye. Îro bi sedan jin û girtiyên siyasetmedar di pêşengiya Leyla Guven de li dijî tecrîdê di grevê de ne. Daxwaza wan daxwaza milyonan kesên jiyana bi rûmet û mirovî dixwaze ye."  
 
'OCALAN PIRA NAVA GELAN E' 
 
Buldan, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hikûmeta ku vî sûcî dike divê bi lez dest ji vî sûcî berde. Divê bi lez daxwazên me jinan pêk bîne û gavan bavêje. Birêz Ocalan temînata aştiyê ye. Pira nava gelan e. Em jin tu carî dest ji van daxwazên xwe yên mafdar bernadin. Çi dibe bila bibe em dê bi hevre tecrîdê bişkînin. Em dê hevala xwe Leylağ bidin jiyandin û hevalên xwe yên din bidin jiyandin. Em dê daxwaza wan aştiyê bidin jiyandin. Teqez û teqez dê tecrîd bi têkoşîna jinê bişkê.  Me hefteya borî rapora giştî ya Qeyûman parve kir. Me dît ku çawa êrîşî ziman, çand, bawerî û vîna gelan dike û wan tune dihesibîne. Em dê îro jî rapora xezpa qeyûm ya li dijî destkeftiyên jinan, li dijî stargehên jinan, qadên jiyanê yên jinan, kooperatifên jinan pêk anîye parve bikin. Hevşaredarên me yên jin ji peywirê girtin û piştre avêtin girtîgehan. Li qûna wan neheq qeyûm tayîn kir. Bi xezpkirinê fikirin ku jin bêdeng kirin. Em ji vir bi hembêzan silavên xwe di şexsê Gultan Kışanak, Mukaddes Kubilay, Diba Keskin û Nurhayat Altunan de ji hemû jinên hevşaredar re dişînin. 
 
EV DÎROK, DÎROKA JINÊN BERXWEDÊR E 
 
Di dîrokêde her dem jinan li ber xwe daye û ev dîroka îro diraka jinên li ber xwe didin e.  Ev dîroka jinên li dijî îktîdara serdest a mêrê faşist, bedena xwe bi birçîbûnê daye pêşiya mirinê ye. Ji ber vê yekê mêrê serdest ê faşîst ji têkoşîna jinê ditirse û êrîş dike. Jinan û destkeftiyên jinan dike hedef. Ji ber vê yekê bi destê AKP'ê û Qeyûman êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Me bi pergala nûnertiya wekhevî û hevserokatiyê di cîhanê de gava yekemîn avêt. 
Divê bê zanîn ku ev pergal yekem car partiya me û kevneşopiya ku partiya me hêza xwe jê girtiye hatiye avakirin.  Tenê partiya me çareseriyê pêş dixe. Di vê hilbijartinê de jî tenê partiya girîngiyê dide nûneriya wekhev partiya mey e. Di partiyên din de her çend jin hebe jî feraseta mêr serdest e. Em dibînin li dijî vîna jinê qeyûm tayîn dikin. Em dîsa dibêjin qad yên me ne û em qadan terk nakin. 
 
DI 17 SALÊN SERDEMA AKP'Ê DE 6 HEZAR Û 960 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Di sala 2018'an ya serdema AKP'ê de 440 jin hatin qetilkirin. Di 17 salên serdema AKP'ê de 6 hezar û 960 jin hatin qetilkirin. Li şûna hikûmet çareseriyê ava bike, xetên telefonan a "alo şiddet"  girt. Tundî, zext û êrîşa li dijî jinê zêde bûye. li hemberî vê yekê têkoşîna jinê ya ji bo azadî u demokrasiyê jî bê navber berdewam kiriye. Li dijî tundiyê me xebatên xwe yên parastinê berdewam kir û em berdewam dikin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û berdewam bikin. Em dê her roj dakevin qadan. Em dê dîsa ji hilberîn û afirandinê gavan paşve navêjin. 
 
Em dê demokrasiya radîkal ji rêveberiya herîmî de dest pê bikin. Dê jin pêşengiya vê yekê bikin. Me got emê bi faşîzmê bidin windakirin. Em dê li dijî hişmendiya ku xwe ji şer tundiyê xwedi dike paradîgmaya demokratik, ekolojik û azadiya jinê pêş bixin. Em li vir in û em dê nirxên xwe yên hatin xezp kirin dîsa paşve bistinin. Em bi hevî ne. Ji ber ku jin bi hêzek mezin li vîna xwe xwedî derdikeve. Jin bi hêz û heybet dimeşin û tên. Azadî bi têkoşîn û pêşengiya jinan dikare pêş bikeve. Jin dê faşîzmê hilweşînin. Em bi hevre bêjin Ya Me Ye. Jin jiyan azadî.”
 
Buldan piştre rapora Meclîsa Jinê ya der barê qeyûman de amade kiriye parve kir. Rapor wiha ye: 
 
TECRÛBEYA JINAN A RÊVEERIYÊN HERÊMÎ LI TIRKIYEYÊ
 
" * Li Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî cara yekem di sala 1930'an de hate kirin. Jin bi sazkirina yasaya hilbijartinê karibûn beşdarî hilbijartinê bibin. Ji hilbijartinên herêmî yên 1930'an heta 2009'an 85 şaredarên jin hatin hilbijartin. 
* Lê piştî ku DBPya (Partiya Herêmên Demokratîk) ku yek ji pêkhateya HDPê ye, di 1999an de kete hilbijartinê, jin bi awayekî aktîf zêdetir di qada siyasetê de bi cih girtin; ev yek bi awayekî eşkere di daneyan de diyar e. 
* Bi danîna kotaya jinan, di temsîliyetê de jin bi awayekî wekhev hatin temsîlkirin. Bi kota û cudakariya pozîtif, di hilbijartinên herêmî yên 1999an de, ji HADEPê 3, di 2004an de ji DEHAPê 9, di 2009an de ji DTPê 15 şaredarên jin hatin hilbijartin. Wê demê bi awayekî paralel, hejmara endamên meclisê yên şaredariyê yên jin jî zêde bûn. 
 
BERIYA HILBIJARTINA HERÊMÎ YÊN 2014'AN 
 
* BDPya ku ew jî yek ji heman kevneşopiya siyasî ye, di hilbijartinên herêmî yên 2014an de bi prensîba “rêveberiyên herêmî, bi ruh û kesayetiya azad li dijî dewletê li ber xwe dide” kete hilbijartinê û 3 jê bajarên mezin bi tevahî 102 şaredarî bi dest xistin. BDP di 11ê Tîrmeha 2014an de navê xwe guhert û kir DBP (Partiya Herêmên Demokratîk). 
* Sîstema Hevserokatiyê wek yasayî di partiyên siyasî de li şûna Serokatiya Giştî cih girt. Lê ji ber ku sîstema hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de bi awayekî fermî nehate qebûlkirin, ji namzetan kesek, wek namzetê serokiyê hate nişandan yê/a din jî di meclisa şaredariyê de di rêza yekem de wek namzet hate nîşandan. Di 96 meclisên şaredariyên ku me bi dest xist de, sîstema hevserokatiyê û rêziknameya kar û xebatê hate pesendkirin.  
* Jin li dijî serdestiya mêran pêşengiya têkoşîna wekhevî, azadî û siyaseta demokratîk dikin. Jinan di nav 102 şaredariyan de di 96 şaredariyan de bi sîstema hevserokatî û temsîliyeta wekhev, di dîroka rêveberiyên herêmî ya cîhanê de cihê xwe girtin. 
* Di hilbijartinên 2014an de di nav 3 partiyên din ên ku şaredarî bi dest xistin de hejmara şaredarên jin 13 bû, lê di DBPê de hejmara şaredarên jin zêde bûn û gihişte 23an. 72 hevserokên jin ên BDPê jî wek endamên meclisê hatin hilbijartin. 72 kes paşê bi biryara meclisên jinan, wek hevserok hatin îlankirin. 
* Di rêveberiyên herêmî de sîstema hevserokatî û temsîliyeta wekhev, bandora xwe li hejmara endamên meclisê jî kir. Di rêzkirina endamtiya meclisê de sîstema fermûarê (li gorî rêzê, jinek û merek) hate cîbicîkirin û hejmara endamên meclisê yên şaraderiyê gihişte 363an, hejmara endamên meclisê yên giştî yên bajaran jî gihişte 20an. 
Bi kurtahî sîstema me ya jinan di rêveberiyên herêmî de
* Di bin banê şaredariyan de torên rêxistinê yên resen ji bo jinan hatin avakirin. Bi vî awayî jin rasterast daxilî nav proseya rêveberinê hatin kirin. Meclisa jinan ên şaredariyan hatin avakirin û ji bo meşandina xebatên pratîk, “lijneyên jinan” û “koordînasyonên jinan” hatin hilbijartin. Dîsa di bin banê şaredariyan de “komîsyonên wekheviyê yên jin-mêran” hatin avakirin û bi sazkirina “komên jinan” nêrîna jinên azad rengê xwe da feraseta polîtîkayên herêmî. 
* Di bin banê şaredariyan Nivîsgehên Polîtîkayên Jinan” û “Midûriyetên Polîtîkayên Jinan” hatin avakirin. 
* Di Şaredariyên Bajarên Mezin ên wek Wan, Amed û Mêrdînê de, nivîsgehên polîtîkayên jinan, li gelek bajar û navçeyan jî midûriyetên jinan hatin avakirin. Di bin banê wan midûriyetan de yekîneyên wek “bihêzkirina aboriya jinan”, “pêşxistina perwerdeya jinan” û “têkoşîna li dijî tundiyê” hatin avakirin û xebatên jinan hatin merheleyeke nû.
 
NAVENDA JINAN Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN 
 
* Têkoşîna jinan, têkoşîneke zayendî ye û bi vê hişmendiyê îradeya jinan û siyaseta alternatîf encax bi pêşxistina hişmendiya wekheviya zayendî tê avakirin. Ji bo têkbirina siyaseta mêrane jin rojeva xwe û xebatên xwe bi xwe diyar dikin û ji bo pêkanîna vê yekê di hemû şaredariyan de navendên jinan hatin avakirin. 
* Ji bo vekirina navendên jinan, 3 bajarên ku şaredarên jin hatî hilbijartin, wek deverên pîlot hatin pejirandin û xebatên resen hatin meşandin. Di heman demê de li bajar, navçe û bajarokên din de jî xebatên jinan hatin bihêzkirin. Di têkoşîna li dijî tundiyê de roleke karîger a avakirina navendên jinan heye, lewre li Bazîda ku şaredara wê jin bû, ev xebat bi awayekî çalak hatin meşandin. Ji sala 2016an heta tayînkirina qeyûman, di bin banê şaredariyan de hejmara navendên jinan gihiştibû 43an. 
* Li van navendan, di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, ji bo jinên ku tûşî şidetê hatine, xizmeta şêwirmendiyê hat dayîn û ji bo bi pêşxistina hişmendiya wekheviya zayendiya civakî, xebatên perwerdeyê hatin meşandin. 
* Komeleyên jinan ên serbixwe yên ku di bin banê rêveberiyên herêmî de çalakiyên hevpar dimeşandin ên wek SELİS û CEREN, bi sazkirina projeyan, deriyê xwe ji nûnerên tevgerên jinan re vekirin û tecrûbeyên xwe parve kirin. 
 
Me bi avakirina stargehan, ji bo jinan qadên jiyana azad ava kir
 
* Armanca nîhaî ya têkoşîna jinan, avakirina jiyaneke bêstargeh e. Lê li dijî serdestiya mêran, avakirina stargehan destkeftiyeke jinan e. Bi vî hişmendiyê, 2 jê şaredariyên mezin, 2 jî jê şaredariyên navçeyan, bi tevahî 4 stargehên jinan hatin avakirin. 
* Di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, “xeta piştevaniyê ya lezgîn a li dijî tundiya li ser jinê” û di rêveberiyên herêmî yên li Tirkiyeyê de, “rawestgeha destpêkê” hate avakirin. 
 
 
XEBATÊN ME YÊN JI BO BIHÊZKIRINA ABORIYA JINAN: 
 
Li dijî sîstema kapîtalîst a li ser hişmendiya serdestiya mêrane hatiye avakirin, di rastiyê de bi keda jinan berdewamiya aboriyê tê pêkanîn. Ji bo avakirina wekheviya zayendî û ji bo pêşxistina paradîgmaya jiyaneke demokratîk û ekolojîk di bin banê şaredariyên DBPê de yekîneyên aboriya jinan di nav midûriyetên jinan de hatin avakirin û li dijî kedxwarî, li dijî înkarkirina hebûna jinan xebat hatin meşandin. Anku li dijî sîstema kapîtalîst a mêrperest, avakirina jiyaneke alternatîf bi serpereştiya jinan hate armanckirin. 
 
Ji bo ku jin bikaribin hilberînin û azadiya xwe ya aborî bi dest bixin, ji bo ku aboriyeke komînal bê avakirin û bipêşxistin, di bin banê şaredariyan de xebatên aboriya jinan bi vî awayî hatin meşandin: 
 
* Ji bo ku jinên pale û karkerên demsalî nekevin nav lepên sîstema kedxwariyê û ew bikaribin hilberînin, di bin banê şaredariyên me de ji aliyê yekîneyên aboriya jinan ve qadên hilberînê hatin avakirin. 
* Li navendên jinan, li gorî daxwazên jinên ku li taxan dijîn, ji bo îstîhdama jinan, qurs hatin vekirin. 
* Li dor çarçoveya pêşxistina aboriya jinan, atolyeyên sabûn, cilûberg, çente, cizdan, kember, xişr û şal hatin avakirin; kooperatîfên ji bo çandina pîvazan, çêkirina salçe, tirşa hinarê, dims û rîçalê hatin vekirin, atolyeyên tekstîlê hatin avakirin. 
* Di bin banê gelek şaredariyan de xebatên serayê û cotkariya organîk hate kirin. 
* Bi rêya navendên nirxandina keda jinê û bazargehên taxan ên jinan, derfetên firotin û bazariyê yên berhemên jinan hatin afirandin. 
* Li gorî daxwazên gelê me yê li taxan dijî; cilşokxane, qadên şûştina xalîçeyan û tenûrxane hatin avakirin û jiyana rojane ya jinan hate hêsankirin. 
 
XEBATÊN ME YÊN DER BARÊ JINAN Û PERWERDEHIYÊ DE; 
 
* Di bin banê şaredariyên me de; ji bo têkbirina zayendparêziyê û pêşxistina hişmendiya zayendî û çareserkirina pirsgirêkên jinan, xebatên perwerdeyê yên wek Mafên Mirovî yên Jinan, Tenduristiya Jinan, Dayiktiya Biewle, Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, Wekheviya Zayendiya Civakî, Mafên Sereke, Perwerdehiya Dayik-Zarokan, Perwerdehiya Destkariya Pîşeyî û Perwerdehiya Bergiriya Îxmal û Îstîsmarkirina Zarokan hatin dayîn. 
* Ji bo têkoşîna newekheviya zayendiya civakî, xebatên hişmendiyê hatin kirin û di bin banê şaredariyan de ji bo mêrên ku di şaredariyan de dixebitin, perwerdeyên wekheviya zayendiya civakî hatin dayîn. 
* Li dor çaroveya perwerdehiya zimanê dayikê, li navendên jinan qursên zimên hatin vekirin. 
* Xebatên perwerdehiyê tenê li bajar û navçeyan nehatin kirin, her wekî din ekîbên perwerdehiyê yên gerok hatin avakirin û li gundan jî ew xebat hatin meşandin. 
* Ji bo jinên ku dixebitin, me kreşên ku perwerdehiya zimanê dayikê didan ava kirin û jinan bi dilrehetî zarokên xwe danîn wan kreşan. 
Projeyên ku Me bi Perspektîfeke Jinane di Rêveberiyên Herêmî de Pêk Anîn
 
* Ji bo ku dawî li karbeşiya zayendperest û rolên barkirî yên civakî bê anîn, qursên ajovaniyê ji bo jinan hatin vekirin, jinên ku perwerdeya xwe qedandin di şaredariyan de wek ajovanên jin hatin îstîhdamkirin.
* Kompleksa Sporê ya Jinan hat vekirin, projeyên Gundê Jiyanê ya Jinan û Bazargeha Xwezayî ya Taxê ya Jinan hatin amadekirin. 
* Bi projeya bajarên jinan Amed 3 roj wek bajarê jinan hat îlankirin 
* Bi projeya qadên jiyanê ên jinan bi Şaredariya Mezin a Wanê ve girêdayî Navenda Jiyanê a Jinan hat avakirin.
* Seyrangehên jinan hatin çêkirin. 
* Cara ewil bi Şaredariya Mezin a Amedê ve girêdayî li gor 400 xwendekaran bihewîne, wargeha xwendekarên jin hat vekirin. 
* Ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ve projeya wargeha xwendekarên jin a bi 200 kesî hat çêkirin, şûnwarê wê hat tehsîskirin lê belê ji ber qeyûm proje bi dawî nehat. 
* Di metnên peymanên gelemperî de ku bi kedkar û karkeran re dihat kirin, feraseta azadiya jinan bingeh dihat girtin û 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tetîla fermî hat îlankirin.Li dijî tundiya li ser jinê me têkoşîn kir û ev yek di peymanan de hat bicîkirin. Herwiha xebatkarên mêr ku berdêl bikirina, hewî bîanîna, bi keçên temenbiçûk re bizewiciyana dê ji mafên xwe bihatina menkirin û ev biryar di peymanên gelemperî de hat bicîkirin.
 
 
BEŞA DIDUYAN 
 
XESBA ÎRADEYA JINAN: REJÎMA QEYÛMAN
 
Hikumeta AKPê li ser polîtîkayên xwe yên şer û bêçareseriyê biheter bû, feraseta demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan û destkeftiyên jinan li desthilata xwe ya yekperest wek gefekê dît û di nav sazîgêriya siyasetê de li cîgirtina jinan dilê xwe teng kir. Şaredariyên DBPê ku bi vîna gelan hatibûn hilbijartinû paradîgmaya azadiya jinan bingeh girtibûn qeyûm hatin tayînkirin û vîna gel û jinan hat xesbkirin, peymanên ku hatibûn destnîşankirin hatin îxlalkirin û derb li demokrasiyê hat dayîn. 
 
 
QEYÛM EWIL BERÊ XWE DAN NÛNERTIYA JINAN 
 
* Di hemû deman de têkoşîna azadiya jinan û destkeftiyên vê têkoşînê ji desthilatan re wek xetere hatiye dîtin. Dewleta mêr ji bo desthilata xwe her tim xwestiye li gor rêgezên zayendperest ên civakê teşe bide jinan. Jinên ku van rêgezan dişikînin, ên ku dij derdikevin û têkoşînê dikin hatin girtin, hatin teşhîrkirin û bi îşkenceyê dewleta mêrane xwest têkoşîna jinan bitemirîne. 
* Qeyûmên ku li Şaredariyên DBPê hatin tayînkirin, feraset û destkeftiyên jinan ên ku di 20 salan de hatibû avakirin, di rojekê de tune hesibandin û berê xwe dan tecrûbeyên jinan ên rêveberiya herêmî. 
* Qeyûman di rêveberiyên herêmî de pergala nûnertiya jinan tarûmar kirin, di gotin û biryardayînan de jin tune hesibandin, veavabûna dewletê a mêrperest û kûrkirina zayendperestiyê ji xwe re kirin peywir.
* Goristan xera kirin, maşîne nedan cenazeyan, karbeşiya zayendperest ferz kirin, saziyên ku jin lê dihatin bal hev, xwe birêxistin dikirin, ji bo pirsgirêkên xwe li çareseriyan digeriyan û piştevaniya hev dikirin, hatin girtin, xwestin jinan hepsî malê bikin û mecbûrî karên bêewleyî bikin û bi vî awayî feraseta mêrane ya dewletê mezin kirin. 
* Qeyûman projeyên qadên gelemperî yên ji bo jinan ji planên îmarê derxistin, dildarên ku ji bo fuhûş û bikaranîna tîryakê re têdikoşiyan tune hesibandin, li her taxa bajarên ku xera kiribûn qerekol çêkirin û jin li êrîşên mîlîtarîst dûçar kirin, zimanê dayikê qedexe kirin û xwestin ku pergaleke yekperest saz bikin. 
* Şaredariyên me saziyên şefaf bûn ku jinên xwedî bawerî û çandên cihê-cihê, di rêveberiyê de cî digirtin, wan polîtîkayên jinan bi hev re diyar dikirin û dimeşandin. Lê belê niha şaredariyên me ji aliyê qeyûman ve bi betonê hatin dorpêçkirin, li hundir û derdora wan wek qereqolan bi polîs û leşkeran hatin dagirtin. 
* Jinan berê hema hema her roj serdana şaredariyan dikirin û bi xebatkarên şaredariyan re li ser pirsgirêkên xwe dipeyivîn û li kêşeyên xwe çareser dikirin, lê belê niha êdî nikarin herin şaredariyan. Piştî qeyûman jin ji bo pirsgirêkên li derdorê û di nav malê de bêmuhatab man û jin bêçareserî hatin hiştin.  
* Agahiyên jinên ku serî li navendên jinan dabûn, ji van navendan xizmeta şêwirmendiyê distendin û ji stargehan sûd werdigirtin, bi destê qeyûman û bi fermanên AKPê hatin teşhîrkirin. Ev yek hem îhlalkirina peymanên navnetewî bû ku Tirkiyê jî destnîşan kiribûn û hem jî ewlehiya jinan bi vî awayî ket nav xisarê. 
 
 
Qeyûman Xwestin Derb li Nûneriya Wekhev a Rêveberiyên Herêmî Bixin* Jinên ku li hember polîtîkayên xesbker ên qeyûman sekinîn, ji bo ku çeperên destketî wenda nekin heta dawîn li ber xwe dan. Rejîma qeyûman li hember vê berxwedana jinan bi zext û zordariyan xwestin van çeperan tune bikin. Di wê pêvajoyê de ji aliyê qeyûman ve;
* Memûrên mêr hatin tayînkirin li yekîneyên ku ji bo xizmetên jinan hatibûn avakirin.
* Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan a girêdayî Şaredariya Mezin a Amedê ji kar hat derxistin û hemû xebatkarên vê yekîneyê hatin sekinandin. Li şûna Alîkariya Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan peywirdarekî mêr hat tayînkirin û hemû xebatên jinan bi Serektiya Polîtîkayên Civakî û Malbatî ve hatin girêdan. 
* Li Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan a girêdayî Şaredariya Mezin a Mêrdînê memûrên mêr hatin tayînkirin. 
* Qeyûmê ku li Şaredariya Mezin a Wanê hat tayînkirin, Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan girt û xebatkarên vê yekîneyê bi bêveberiya mêrekî ve girê dan. 
* Deriyên saziyên jinan hatin qufilkirin, saziyên ku nehatin girtin jî bi temamî hatin bêkarîgerkirin.
* Navên seyrangehên jinan hatin guhertin. 
 
QEYÛM BERÊ XWE DAN NAVENDÊN JINAN
 
 
* Komeleyên serbixwe ku alternatîfên ŞÖNİMên cudakarî bûn, bi KHKyan hatin girtin, navendên jinan û stargeh ên girêdayî şaredariyên DBPê, bi destê qeyûman hatin bêkarîgerkirin. Bi vê yekê xwestin ku qad û mekanîzmayên aîdî jinan ji aliyê wezaretiyê ve bên kontrolkirin. Di vê pêvajoyê de; 
* Xebatên 10 navendên jinan ên ku li Amedê li dar bûn hatin sekinandin.  
* Qeyûmê ku li Şaredariya Bismila Amedê hat tayînkirin, Navenda Jinan a Nûjînê veguherand û kir yekîneya zewicandinê. 
* Navenda Jinan a CERENê û Navenda Jinan a SELİSê yên ku li Amedê li dar bûn, bi KHKyan hatin girtin. 
* Qeyûmê ku li Şaredariya Batmanê hat tayînkirin, Serektiya Polîtîkayên Jinan bi Serektiya Karên Civakî ve girê da. 
* Navenda Jinan a Gulşîlanê a girêdayî Şaredariya Nisêbîna Mêrdînê, li derveyî kar û karîgeriya xwe hat xebitandin. 
* Navê Navenda Jinan a Nûdayê ya girêdayî Şaredariya Qosera Mêrdînê bi navê “Navenda Jinan a Hanimelî” hat guherandin, xebatên ku ji bo piştgiriya jinên ku rastî şidetê hatine bi temamî hatin sekinandin. 
* Li Şaredariya Cizîrê qeyûm Serektiya Polîtîkayên Jinan girt û xebatkarên wê ji kar derxistin. Herwiha deriyê Navenda Jinan a Sitiya Zîn hat qufilkirin, agahiyên jinên ku serî li navenda jinan dabûn, ji vê navendê xizmeta şêwirmendiyê distendin, hatin desteserkirin.Niha jî ev navenda jinan wek Navenda Jinan a AKPê tê xebitandin.
* Qeyûmê ku li Şaredariya Şirnexê hat tayînkirin, Navenda Jinan a Zahîdeyê û Navenda Çandê ya Cûdiyê girtin. 
* Navê Navenda Jinan a Rojînê ya girêdayî Şaredariya Wanê bi navê “Navenda Jiyanêya Jinan” hat guherandin, di navendê de ji bo zarokan qursa Quranê hat vekirin. 
* Qeyûmê ku li Şaredariya Edremît a Wanê hat tayînkirin, tabelaya Serektiya Polîtîkayên Jinan ji ciyê wê rakir, wî avahî ji bo xizmeta yekîneyê xebitand û li yekîneyê memûrên mêr hatin tayînkirin. Qeyûm pêşiyê navê krêşa ku li ser bîranîna Taybet Înan hatibû avakirin guherand û dûre wî ev krêş bi temamî girt. 
* Qeyûmê ku li Şaredariya Payîzavayê hat tayînkirin navenda jiyanê ya jinan veguhast û kir KADEMa ku di bin piştgiriya hikumetê de ye. Qeyûm jina xwe jî wek gerînende li krêşa zarokan tayîn kir.  
* Qeyûmê ku li Şaredariya Rêya Armûşa Wanê hat tayînkirin, dest danî ser xeta telefona ku li dijî tundiyê têkoşîn dikir, xizmetên ku li ser tundiyê ji bo jinan dihatin dayîn hatin astengkirin. 
Jinên Rastî Şidetê TênNayên Parastin: Stargeh Hatin Girtin
* Qeyûman ewila ewil berê xwe dan stargehên şaredariyan. 
* Qeyûman 2 ji van stargehan bi Wezaretiya Xizmetên Xebat, Civak û Malbatê ve girê dan, Şaredariya Akdenîzê stargeha bi Navenda Jinan a Îştarê ve girêdayî girt û veguherand navenda xizmetên kal û pîran. Stargeha Şaredariya Wanê ji aliyê qeyûm ve hat girtin.   
* Şaredariya Kayapinarê berî ku qeyûm were tayînkirin, biryara vekirina stargehê dabû. Piştî xebata salekê stargeh bi xebatkar û tefrîşatên xwe re li benda erêkirina wezaretiyê ma. Stargeha ku derfetên gelek baş dihewandin bi mehan li benda erêkirinê ma û taliyê wezaretiyê bi hinceta “hewce nîne” vekirina stargehê red kir.  
 
Qeyûman Xebatkarên Navendên Jinan ji bo Polîtîkayên Xwe yên Yekperest wek Gefekê Dîtin
 
Xebatkarên navendên jinan ji aliyê feraseta mêrane wek ên ku bîat nakin û divê bên çewsandin hatin dîtin. Kiryarên qeyûman ên derheqê xebatkarên navendên jinan de ev yek bi awayekî eşkere tê dîtin. 
* Wan di şaredariyan de xebatkarên jin nehiştin û îstîhdama jinan hat astengkirin, karbeşî bi awayekî zayendperest hat kirin. 
* Bi sedan xebatkarên jin beleheq û belesebeb ji kar hatin derxistin û hatin îxrackirin.
* Jinên ku nehatin îhraçkirin û ji kar nehatin derxistin jî di karên bêkarîger de hatin peywirdarkirin. 
* Li jinên ku di navendên jinan de dixebitîn belaheq û belasebeb doz hatin vekirin û li wan ceza hatin dayîn.  
 
PROJEYÊN JINAN ÊN AÎDÎ ŞAREDARIYÊN RASTÎ ÊRÎŞÊN QEYÛMÊ HATIN
 
* Qeyûmê ku li Şaredariya Batmanê hat tayînkirin, Atolyeya Jinan a Hêviyê girt, bi KHKyan û bi hinceta nehewcedariyê xebatkar ji kar hatin derxistin. 
* Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan a girêdayî Şaredariya Mezin a Wanê projeya “Qulingên bi Baskên Mor” çêkiribû û di otobûsên gel de şoforên jin hatibûn îstîhdamkirin, lê belê qeyûm xebatkarên jin ji kar derxistin. Qeyûm bi gotina xwe ya “jin nikarin bibin şofor” helwesta xwe ya cudakar diyar kir. 
* Qeyûmê ku li Şaredariya Erdîşa Wanê hat tayînkirin, projeya “Atolyeya Bûka Baranê” ku gelek xebatên hêja dikir girt. 
* Kiryarên ku jinan ji Bazargehên Taxê yên Jinan û ji projeyên aboriyê dûr bixin hatin kirin. 
* Wargeha bi kapasîteya 400 xwendekaran a ku Şaredariya Mezin a Amedê vekiribû ji aliyê qeyûm ve hat valakirin û wan wargeh veguherandin û kirin mêvanxaneya malbatên nexweşan. 
* Kompleksa sporê ya jinan a li ser Şaredariya Batmanê ji aliyê qeyûm ve wek navenda sporê hat veguherandin û bi vî awayî qadên xweser ên jinan hatin desteserkirin. 
* Projeya bi navê “Jiyana Bêsînor” a Projeya Keda Jinanku Şaredariya Nisêbînê ji bo îstîhdamkirina 70 jinanhatibû amadekirin  ji aliyê qeyûm ve hat sekinandin. 
* Qeyûm Ahmet Odabaşı ku li Şaredariya Qoserê hat tayînkirin, Qada Jiyan û Tenduristiyê ya Ubeydullah Eren ku ji bo jinan perwerdeya spor û fitnesê dida veguherand û kir qûrsa Quranê.   
Me di vê raporê de xwest ku rejîma qeyûman ku dewama polîtîkayên şer û antî-demokratîk ên AKPê ye û êrîş li destkeftiyên jinan û feraseta jinane ya rêveberiya herêmî dike, bi mînakên şênber bidin xuyakirin."  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/03/2019
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’
15:44 Kesên li Enqerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:42 Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat dîtin
15:39 Rêxistinên Sivîl ên Wanê bang li Wezareta Dadê kirin
14:34 'Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin'
14:27 Li Wanê 148 girtî di greva birçîbûnê de ne
14:12 Girtiyan serî li ÎHD’ê dan
14:01 HDK’ê banga Newroza Stenbolê kir: Newroz dê bibe îfadeya Yekîtiya Hêza Demokratîk
13:36 Yuksekdag: Ez jinên di Rêveberiya Cewherî de li ber xwe dan silav dikim
13:23 Berdevkê HDP’ê: Dev ji dijminahiya gelê kurd berdin
13:13 HDP’ê ji bo tevlîbûna mîtînga Êlihê bang kir
12:48 Li Wanê 95 sindok hatin veguhestin
12:38 Li Şirnexê hemû xwendekarên lîsê dibin mîtînga Erdogan
12:06 Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
11:30 Danişîna doza darizandina Yuksekdag dest pê kir
11:04 9 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
10:00 Gulsum Elvan: 5 salin li kurê xwe digerim
09:29 19 sal berê keça wê li dijî tecrîdê xwe şewitand
Niha jî kurê wê bi heman daxwazê di grevê de ye
09:23 Çalakgera hat berdan: Çi li zindanê, çi li malê dê çalakiya min berdewam bike
09:17 Beriya hilbijartinê qeyûmê Farqînê milk dewr kir û deyn zêde kir
09:16 Dayikên Aştiyê: Bêyî can winda bibin deriyê Îmraliyê vekin
09:15 Rêveberiya girtîgehê vîtamînên ÎHOP'ê şand desteser kir
09:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Emê rêberê xwe teslîmî faşîzmê nekin
09:14 Dayika girtiyê 64 rojin di grevê de: Em dest bidin hev aştiyê bînin
09:13 24 sal di ser komkujiya Gazî re borî: Em edaletê dixwazin
09:13 Sadettîn Yaşar: Piştgirî û piştevanî dikare terîdê bişkîne
09:12 Bi pirtûka 'Gergedan' mexdûriyeta îktîdarê dipirse
09:11 ‘Li Girtîgeha Duzce tevî hemû zextan bi biryarî grevê berdewam dikin'
09:10 Berxwedana Leyla Guven di roja 124'emîn de ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN
10/03/2019
22:35 QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin
22:28 Ziyareta Buldan a Esenyurtê vegeriya mîtîngê
21:56 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye
21:27 Li Girtîgeha Xarpêtê ciwaneki jiyana xwe ji dest da
20:18 Jinên Îzmîrî li Gundogdu mîtîng pêk anîn
19:58 ANF rastî êrîşa siberê hat
19:54 Namzetên HDP'ê li dehan navendan gel ziyaret kirin û buro vekirin
19:11 Temellî: Plana wan Tirkiye hilweşand
15:11 Komcivîna Jinan a Karkeran li Stenbolê hat lidarxistin
15:09 5 partiyên kurd êrîşa li dijî HDP'ê şermezar kirin
14:37 Temellî li Pirsûsê axivî: Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye
14:15 Bernameya HDP’ê ya Newrozê diyar bû
13:45 Namzetên HDP’ê yên Argûvan: Bi biryarek hevpar em ê bixebitin
13:30 Temellî li Eligorê bi coş hat pêşwazîkirin
13:23 Qeyûmê Şirnexê beriya mîtînga Erdogan dest bi pîneyan kir
12:12 Nameya ji girtiyekê re hatibû şandin, piştî 13 mehan gehişt destê wî
12:00 Balafira Etiyopya ket: 157 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan
11:39 Ji girtiyan peyam: Berxwedana me dê bibe xelekek ji taca serkeftinê
11:24 Li Gimgimê afîşên HDP'ê kom kirin
11:12 Tayîp Temel: Divê hemû kes bi hêza xwe bikeve nava tevgerê
10:50 Namzetên HDP'ê yên Hîzanê: Gel dê 31'ê Adarê betonên li pêş xwe rake
10:26 'Em dê li Êlihê rekorê derbas bikin
10:15 Temellî: Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn
09:28 Girtiyên jin: Di encamê de mirin jî hebe, em ê dest ji daxwaza xwe bernedin
09:15 5 sal derbas bûn: Doza Berkîn Elvan bi zanebûnî tê dirêjkirin
09:13 Li Amedê cihê sindoqên 15 hezar û 885 hilbijêrî hat guherandin
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin