DÊRAZOR - Kêliyên sekeratê yên DAIŞ’ê ya tirs li cîhanê belav kiribû, ket ber kamerayên Ajansa Mezopotamya.
Operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li dijî DAIŞ’ê yên li Dêrazorê bi hemû leza xwe berdewam dikin. DAIŞ’î û malbatên wan ên di demê dawî de teslîmê Hêzên QSD’ê bûn, ji 7 hezarî derbas bûn. Li Dêrazora ku DEIŞ’iyên ji hemû welatan derketin holê, xîlafeta selefiyan saetên xwe yên dawî dijî. Li Dêrazora ku kêliyên dîrokî tên jiyîn, DAIŞ tengavî qadeke biçûk hatiye kirin.
Qada ku sivîl bi komî jê tên derxistin li ser Çemê Firatê cih digire û DAIŞ vê derê weke qempê bi kar tîne. Li qada ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatiye dorpêçkirin, hîna jî liv û tevgera sivîlan lê xuya dike. Qempa ku DAIŞ’î lê teslîm dibin û li qemyonan tên siwar kirin, ket ber kamerayên Ajansa Mezopotamya (MA). Li qempa ku hêzên QSD’ê derdora wê girtiyê, DAIŞ’î û malbatên wan pir baş xuya dikin. Sîvîlên ku weke mertalan tên bikar anîn jî, dikevin ber kamerayan. Dîsan DAIŞ’iyên teslîm bûyîn û li wesayîtan tên sîwar kirin jî xuya dikin.
Li cihê Ebû Kemal ê di dest Rejîma Sûriyeyê de jî, bi sedan wesayîtên kom bûyîn xuya dikin. Operasyonên hêzên QSD’ê yên kozikên DAIŞ’ê berdewam dikin.
Dêrazor a xwedî erdnîgariyek deşte, gireke nêzî gundê Baxoz a bajaroka Hecîn cih digire, heye. Li ser gir alên YPG û YPJ’ê li ba dibin. DAIŞ’î dibin van alan de teslîmî hêzên YPJ û YPG’ê dibin.
Kêliyên dîrokî yên bi wêne û dîmenan tên kişandin, DAIŞ’iyên teslîm dibin, li qeyonan tên siyar kirin û ji bo cihên cuda tên şandin. Hemû jin, zarok û zilam, di 2 noqteyên lêgerînê de, di lêgerîna li ser û binê re derbas dibin.
MA / Nazim Daştan