DERSÎM – 4 kesên duh li Dersîmê hatin binçavkirin, sewqî edliyê kirin. Rojnameger Semra Turan jî hêj li Midûriyeta Polîsan a Dersîmê tê rawastandin.
Polîsan, duh li Dersimê bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan û gelek kesên din de girt. Polîsan li mala Turan lêgerîn kir û hemû eşyayên li malê serûbin kirin. Piştî lêgerînê Turan hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê. Polîsan di heman operasyonê de Şaredara Berê ya Akpazarê Fadime Çetinkaya, Rêveberê HDP’ê yê berê Hidir Oduncu û Rêveberê DBP'ê Haskar Aytaç binçav kirin. 4 kesên li gel Turan hatin binçavkirin îro serê sibê sewqî edliyê kirin. Lê Rojnameger Semra Turan jî hêj li Midûriyeta Polîsan tê rawestandin.