ŞIRNEX - AKP, li navçeya Basa hewl dide bi pereyan dengan bikire û li ser ÎŞKÛR’ê gefa ji kar avêtin li mirovna dixwe.
Xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê yên Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) ê yên navçeya Basa ya Şirnexê bi hemû leza xwe berdewam dikin. Namezetên HDP’ê yên Hevşeredarên Basa Zîlan Ecevît û Mehmet Emîn Kiliç di saetên serê sibê de dest bi xebatên hibijartinê dikin û heya şev mal bi mal digerin û projeyên xwe ji welatiyan re vedibêjin.
NAMZETÊ AKP’Î ZEXTAN LI WELATIYAN DIKE
Namzetê AKP’ê Bahattîn Aktûg ê 29 salin serokê şaredariyê dike, li şûna ku projeyên xwe yên ji bo navçeyê vebêje, li ser hin malbatan herî zêde xebatên xwe birêve dibe. Serokê şaredariyê Aktûg ê heya niha bi tu awayî xebatên rê, av û binesaziyê temam nekirin, bi navbeynkariya xizmên xwe yên di saziyên gelekparî yên dewletê de dixebitin, zextan li welatiyan dikin ku “Wan ji kar” bavêjin. Dîsan hat îdîakirin ku ji bo welatî xwe bidin AKP’ê, teklîfa pere ji bo hatiye dayîn.
KAÇMAZ: PEYAMA ‘ÇAVÊN MIN LI SER WE NE’ DIDIN
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ê ev demek dirêje li bajêr xebatan bi rêve dibe, diyar kir ku malbatan derbarê van nêzîkatiyên mijara gotinê ne de, ew agahdar kirin û wiha axivî: “Di dema xebatan de em rastî gelek îdîayan hatin. Namzetên hevşaredarên HDP’ê malên ku ziyaret dikin, dûre serokê AKP’ê diçe wan malan ziyaret dike. Bivê nevê ev weke hêmana gefan tê dest girtin. Bi vê dixwazin peyama ‘Çavên min li ser we ne’ bidin gel. Namzetê AKP’ê ev 20 salin hemû sazî û dezgehên pergalê kirine destên xwe û weke ku ‘Qraliyeta xwe’ li vê derê ava kiribe.”
'GEFA JI KAR AVÊTINÊ LI MIROVAN DIXWE’
Kaçmaz, da zanîn Aktûg ev 20 salin serokê şaredariye dike û wiha got: “Ne ji ber zîrekbûn û xizmetê qezenc dike. Mîna gelek cihan li vê derê jî, gelek nelirêtî di hilbijatinê de tên kirin. Mînek bi sedan qedên hilbijartinê yên hîle anîne vê derê. Dîsan li ser gel bi salane zextek pir mezin heye. Ji ber ku êdî derfeta wan a qecenz bikin nemaya, niha jî li ser ÎŞKÛR’ê û Komeleya Alîkariya Civakî gefê li welatiyan dixwin. Gefa ji kar avêtin li mirovan dixwin.”
‘HEWL DIDIN BI PEREYAN DENGAN BIKIRIN’
Kaçmaz, bal kişand ser nelirêtiyên namzetê AKP’ê Aktûg û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji 100 zêdetir malbantan re gotiye, ‘ger hûn deng nedin me, emê we ji kar bavêjin.’ Dîsan ji 100 zêdetir malbatan re jî gotiye ‘ger hûn deng bidin min ezê we bigirim kar.’ AKP bi hemû derfetên dewletê, hewl dengan berhev bike. Îdîayên AKP hewl dide bi pereyan dengan bikire ji me hatin. Em li bajêr, gel li hemberî rewşên wan hişyar dikin. Ev 20 salin ji bo vê navçeyê tiştek nekirin, dê ji vê saetê û şûnde jî nekarin tiştekê bikin. Em dixwazin ku gelê me vîna xwe dane holê û piştgiriya hevşaredarên xwe bikin ku em bi hevre ji bo pêşeroja xwe ya azad xizmetên herî baş bikin.”