MÊRDÎN – Namzetên HDP'ê yên Kerboranê Mevlude Çelebî û Ahmet Încî, bal kişandin ser texrîbata qeyûman û gotin: "Ji ku hatibin em ê wan bişînin wir. Em ê bibin dermanê derdê gelê xwe."
Namzetên HDP'ê yên Kerborana Mêrdînê Mevlude Çelebî û Ahmet Încî ne. Mevlude Çelebî, di sala 1961'ê de li gundê Banê Hebanê hatiye dinê. Zewicandî ye û 2 zarokên wê hene. Di dema valakirina gundan de tevî malbata xwe koçî Şirnexê kiriye û di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de namzeta HDP'ê ya Rîzeyê bû.
Namzetê HDP'ê Ahmet Încî jî di sala 1960'î de li gundê Xelîla yên Kerboranê hatiye dinê û bi salan di nav xebatên partiyên siyasî de cih girtiye. Di sala 1994'an de ji bo xebatê çû Rûsyayê û di sala 2004'an de vegeriya. Încî, demekê di nav Partiya Anavatanê de xebitiye û piştî girtina DTP'ê, demekê di bin banê BDP'ê de xebitî û niha jî di nav fealiyetên siyasî yên HDP'ê de cih digire.
'EW BIRÇÎBIN EM Ê JÎ BIRÇÎ BIMÎNIN'
Mevlude Çelebî, qedexeya derketina derve ya li Kerboranê bi bîr xist û got: "Bi zext û zoriyan xwestin mirovên me bitirsînin. Êdî mirovên me, li bendê bûn ku wê kengî deriyên wan bên şikandin û bavêjin ser malên wan. Tu diçî kîjan malê an kesek an jî du kes girtî ne an jî jiyana xwe ji dest dane. Dilê wan hatiye şikandin. Lê dîsa jî bihêvî ne." Çelebî, bilêv kir ku pêşî ew ê êşa mirovan parve bikin û wisa xwedî li wan derkevin û got: "Mirovên me birçî bin em ê jî birçî bimînin. Lê em ê li cem hevdu bin."
'EM Ê BI HEV RE BIXEBITIN'
Çelebî, bal kişand ser şaredariya di dest qeyûm de û destnîşan kir ku piştî qeyûm hat tayînkirin êdî mirov nikarin di kuçe û kolanan de bimeşin û got: "Ava navçeya me tune ye. Ceryan tê qutkirin. Pêşî em ê van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê hewl bidin ku mirovên me bi rihetî bijîn. Li kerboranê, betalî û xizanî pir zêde ye. Projeyên me yên di vî warî de hene. Em ê bikin ku şaredarî di dest gel de be. Em û gel, em ê bi hev re bi rê ve bibin."
‘JI KU HATIBIN EM Ê WAN BIŞÎNIN WIR'
Çelebî, destnîşan kir ku li bajêr pirsgirêka sereke jî zêdebûna bikaranîna tiryakê û zêdebûna fuhûşê ye û got: "Di vê pêvajoyê de 10 zarokên me ji ber tiryakê hatin tedawîkirin. Ji ber nexweşxane tune ye, mirov mecbûr dimînin diçin deverên din. Li navçeyê hin arok întihar kirin. Çima? Çimkî êdî mirov nikare bêhnê bsitîne. Em ê hewl bidin ku mirovên me bi rihetî bêhnê bsitînin. Em ê di 31'ê Adarê de qeyûm bişînin ji cihê ku jê hatiye. Em ê tevî gelê xwe bajarê xwe bi rê ve bibin."
Namzet Ahmet Încî jî got: "Piştî qeyûm hat tayînkirin, polîtîkayeke qirêj ket dewrê. Vîna gel hat destgîrkirin. Lê em ê heta dawiyê têbikoşin. Em ê vî bajarî ji dest qeyûman derxînin. Em ê deriyên şaredariyê ji bo gel vekin. Em ê bibin dermanê derdên gelê xwe."
‘EM Ê JI BO CIWANAN NAVENDÊN ÇANDÊ VEKIN'
Încî, anî ziman ku ew ê li Kerboranê ji bo jin û ciwanan navendên çandê vebikin û got: "Em ê navendên çandê vebikin ku ciwanên me karibin li dersên xwe bixebitin, karibin ji pirtûkxaneyê pirtûkan peyda bikin, karibin sporê bikin."
MA / Ahmet Kanbal