STENBOL - Meclîsa ÎSİG'ê di mijara Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar de forûm pêk anî û diyar kir ku li Stenbolê di 6 salên dawî de Hezar û 154 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) ya Stenbolê li Odeya Endezyarên Makîneyan a TMMOB'ê ya Taksimê "Foruma Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar" pêk anî. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu, Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapı Îşê Ozgur Karabulut, û gelek karker tev li forumê bûn. Di forumê de Pisporê Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran Murat Çakir, diyar kir ku di 6 salên dawî de li Stenbolê herî kêm hezar û 154 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Çakir, anî ziman ku di sala 2013’an de 96 karker, di sala 2014’an de 198, di sala 2015’an de 142, di sala 2016’an de 262, di sala 2017’an de 230 û di sala 2018’an de 226 karkeran di qeza/cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Çakir, da zanîn ku li gorî rêjeyê herî zêde li Stenbolê karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin.