ENQERE / STENBOL - Dayikên Aştiyê û xizmên girtî û çalakgerên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyan û çalakgerên di grevê de rêxistinên ÎHD, TTB, TÎHV û Konsolosxaneya Fransizan siyaret kir. Xizm û malbatên girtiyan daxwazên zarokên xwe parvekirin û xwestin hestiyar tev bigerin.
Dayikên Aştiyê, Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Egeyê (TUAYDER), bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyan Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (THÎV) ziyaret kirin û daxwazên zarokên xwe parve kirin. Malbat û dayikan ewil Navenda Giştî ya ÎHD'ê ziyaret kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepni, Hevserokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan û Endama MYK'ê Sevim Salîhoglu heyet pêşwazî kir. Xizmên girtiyan di ziyaretê de daxwazên xizmên xwe yên di grevê de anîn ziman û xwestin ÎHD di vê mijarê de hestiyar tev bigere.
Birayê Girtî Abidin Aktaş, Mehmet Aktaş, diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo mafekî demokratîk û li dijî sûcê mirovahiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê û wiha got: "Bi heman daxwazê di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan girtiyan dest bi çalakiyê kirine. Hin ji wan 46 roj, hin ji wan 80 roj di greva birçîbûnê de ne. Girtî diyar dikin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bi taybetî diyar dikin ku tecrîdkirina Birêz Ocalan sedema şer e. Ji bo hesreta aştiyê bedena xwe ji bo azadiyê ji birçîbûnê re razandiye. Daxwaza me ji Komeleya Mafên Mirovan ewe ku vê bê hiqûqiyê ronî bikin. Em diyar dikin ku li pişt daxwazên girtiyan in. Em diyar dikin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye."
‘EM LI PIŞT ZAROKÊN XWE NE'
Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê li Girtîgeha tîpa F a Bandirma, Hanîfe Gumuş jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tevcrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê silav kir û wiha got: “Em li pişt doza mafdar a zarokên xwe ne. Zarokên me ji bo jiyanek azad û cîhanek xweş li ber xwe didin. Em dayik li têkoşîna zarokên xwe xwedî derdikevin."
Dayika Abdullah Oral ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê, Methiye Oral jî anî ziman ku daxwazên zarokên wan rewa û mirovî ne û wiha got: "Hemû sazî jî vê yekê zanin. Lê mixabin hêj cemaweriyek xurt derneketiye holê. Hevî û dengê me hûn in. Ji ber vê yekê me berê xwe da we. Kurê min 72 rojin di grevê de ye. Tecrîd ne tenê li girtîgehê, niha li her derê heye. Zarokên me mafdar in. Ji ber ku daxwazên wan hiqûqî û mafdar in. Kurê min hita niha 17 kilo daye.
‘JI BO TECRÎDA LI HER DERÊ BIŞKÎNIN DI GREVÊ DE NE'
Dayika Çetîn Baran ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê, Aydî Baran jî anî ziman ku di şexsê Leyla Guven de hemu girtiyan silav dikin wiha got: "Zarokên me ne ji bo xwe ketine grevê. Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re dixwazin tecrîda li her derê belav bûye bişkînin.
Bavê Savaş Ozer ê li Girtîgeha Tîpa F-1 a Kiriklar a Îzmirê jî anî ziman ku radyo û rojnameyên girtiyan desteser dikin û Vîtamîna B1 nadin girtiyan.
TURKDOGAN: ME PERGALA îMRALIYÊ QEBÛL NEKIRIYE
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, jî diyar kir ku wan têkildarî greva birçîbûnê, ligel TÎHV, OHD, ÇHD, TTB û SES'ê koordinasyonek ava kiriye û wiha got: "Em wekî sazî ne alîgirê greva birçîbûnê ne. Lê greva birçîbûnê ya li girtîgehan hiqûqî ye. Me gelek caran diyar kir ku pêwiste tecrida li Îmraliyê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ji roja ÎHD hatiye damezirandin heta niha me pergala li Îmraliyê qebûl nekir û nakin. Me piştî di 28'ê Adarê de daxuyanî da me si Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Me ji wezîr re aşkere diyar kir ku em tecrîdê qebûl nakin û me xwest tecrîdê bi dawî bike. Me rapor pêşkêş kir. Piştî hevdîtina me ziyaretek pêk hat. Lê Leyla Guven ev yek qebkûl nekir û çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Me ji wezareta Dadê xwest Vîtamîna B1 û kontrola tenduristiyê bi rêk û pêk bê kirin. Em li pişt we ne. Em naxwazin girtî zerarê bibînin. Divê cemawerî jî bêtir hestiyar tev bigerin.
ME ÇALAKÎ BIRIN ROJEVA EWROPA
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî jî anî ziman ku wekî HDP'ê ev mijar birine rojeva Evrupa û Parlamentoya Îngiltere û wiha got: Polîtîkaya tecrîdê tenê ne bi îktîdara AKP û MHP'ê ve girêdayi ye. Hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin tecrîdê û erê dikin. Em rîca ji tu kesî nakin. Em dixwazin hiqûqa xwe pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Divê em bêtir têbikoşin û bêtir dengê xwe li kolanan bilind bikin."
MALBATAN TTB JÎ ZIYARET KIR
Heyeta malbatan piştî ÎHD'ê vê carê TTB ziyaret kir. Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor û Sinan Adıyaman malbat pêşwazî kirin. Xizmên girtiyan li vir rewşa tenduristiya girtiyan anîn ziman û diyar kirin ku bi taybetî di Vîtamîna B1 de kêmasî heye. Hevserokê TUAYDER'ê Mehmet Aktaş, anî ziman ku girtî gêj dibin, verdişin û serêşa wan zêde bûye û rastî cezayê hucreyê tên.
ADIYAMAN: EMÊ TÊKEVIN NAVA HER HEWLDANÊ
Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor jî xwest dayikên malbatan li ber çavan bê girtin. Serokê Konseya Navendi TTB Sînan Adiyaman jî anî ziman ku wan xwestiye heyetek serbixwe biçin girtîgehan girtiyan ziyaret bike, lê dozgeriyê destûr nedaye hevalên wan. Adiyaman, anî ziman ku wan ji Wezareta Dadê re nivis nivîsandiye û xwestin gavên pêwist bên avêtin. Adiyaman, anî ziman ku ew ji nêzîk ve dişopînin. Em di ferqê de ne ku divê tecrîd û îzoasyoın bi dawî bibe. Ji bo vê yekê çi pêwist be emê bikin"
Malbatan herî dawî TİHV ziyaret kir. Endamê Rêveberiya TÎHV'ê Sabri Dokuzoguz, jî anî ziman ku pêwiste bi şêwirmendiyê dengê xwe bilind bikin.
STENBOL
Malbatên çalakgerên ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ji bo ku saziyên Ewropayê têkevin nav hewldanan, li Stenbolê çûn serdana Konsolosxaneya Fransayê. Malbatên çalakgerên ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawi bibe, di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ji bo ku saziyên Ewropayê têkevin nav hewldanan, li Stenbolê çûn serdana Konsolosxaneya Fransayê. Dayika Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê li Strasboûrgê di çalakiya greva birçîbûnê de ye, Mîhrîban Koç a 88 salî û Xwişka Tûran Gunana ye ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ye, Fener Gûnana di nava heyetê de cih girtin. Rêvebera Navenda Giştî ya Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) parêzer Raziye Tûrgût jî tevî malbatan çûn serdana konsolosxaneya Fransayê. Bi sedema ku randevû nehatiye stendin, hevdîtin hate redkirin. Malbat bi karmendekî li konsolosxaneyê re civiyan û daxwazên xwe ragihandin. Malbatan dosyeyek jî dan karmendê konsolosxaneyê ya ku berê pêşkêşî CPT’ê hatibû kirin.
Malbat berê jî ji bo dengê xwe bidin bihîstin çûbûn serdana Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Stenbolê.