MÊRDÎN - Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, di vekirina Navenda Koordînasyona Hilbijartina Mîdyadê de axivî û got: “Erdogan dibêje cihê we li vî welatî tune ye. Em gel in. Em Mîdyatî, Dêrikî, Nisêbînî û Mêrdînî ne. Em xwediyê vê axê yên esîl in."
Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Mêrdînê li Herêma Estel a Mîdyadê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ya Mîdyadê ku ewil Qeymeqam destûr nedabû bi coşek mezin vekir. Di vekirina koordînasyonê de Namzedê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê HDP'ê Ahmet Turk, Namzedên HDP'ê yên Mîdyatê Havva Balci û Osman Demîrcî, Namzetên Nisêbînê Semîre Nergîs û Ferhat Kut, Parlamenterê HDP'ê yên Mêrdînê Tuma Çelik û gelek kesên din amade bûn. Karwanê ku heyet û namzetên hevşaredaran pêşwazî kir, derbasî herêma Estelê ku Navenda Koordînasyona Hilbijartinê bûn. Piştî pêşwazîkirinek bi coş navenda koordînasyonê vekirin.
Ewil Namzetê Hevşaredariya Mîdyadê Havva Balci û Osman Demirci axaftin kirin. Balci, anî ziman ku pergala hevserokatiyê ya HDP’ê nirxên jinê derxistiye holê. Em dixwazin bibin dengê hemû jinan. Em dixwazin hemû jin dest bidin hev û bi hevre bimeşin."
TURK BERDÎV DA ERDOGAN: XWEDIYÊ VÊ AXÊ YÊN ESÎL EM IN
Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, jî axivî û got: “Em bi hişmendiya civakê tîne hemberî hev re rû bi rû ne. Îktîdara AKP’ê 17 salin li ser kar e. Tiştekî bêje tune. Qala aborî, Edalet, Hiqûqê nake. Qala mafên mirovan nake. AKP niha êrîşî gelê kurd dike. Serokomar Recep Tayyip Erdogan dibêje 'Cihê we li vî welatî tune' Dibêje ‘Bila kurd ji vî welatî biçin' Em gel in. Em Mîdyatî, Dêrikî, Nisêbînî û Mêrdînî ne. Em xwediyê vê axê yên esîl in."
Piştî axaftina Turk, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Koordînasyona Hilbijartinê vekirin. Reveberên HDP’ê jî buro ziyaret kir.