WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de axivî û got: "Gotin 'heke em qeyûm tayînî Şaredariya Wanê bikin û Bekîr Kaya bigirin wê kes li hev kom nebe. Bila werin û mehşerê bibînin. Bila werin sekn û biryardariya gelê Wanê bibînin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û heyeta pê re û namzetên hevşardariyê yên Wanê beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bûn. Beriya vekirina buroyê Buldan û heyeta pê re li navenda Wanê bi otubusa hilbijartinê geriyan û gel silav kirin. Pişt re hatin ber buroya hilbijartinê ya li Kolana Cumhuriyetê û li vir ji aliyê hezaran kes ve hat pêşwazîkirin. Gel heyetê bi berzkirina dirûşman pêşwazî kir. Welatiyan li ber stranan govend gerand. Hêjayî gotinê ku vekirina buroyê veguherî mitîngê.
‘VAYE GEL Û VAYE ÎRADE'
Buldan di vekirina buroyê de axivî û wiha got:
"Gelê me yê hêja ev çi dîmenek xweşik e. Ev îradeyek demokratîk e. Em ji bo we spasdar in û mala we hezar car ava be. Buldan konuşmasına, Gotin 'heke em qeyûm tayînî Şaredariya Wanê bikin û Bekîr Kaya bigirin wê kes li hev kom nebe. Bila werin û mehşerê bibînin. Bila werin sekn û biryardariya gelê Wanê bibînin. Wê li vir tenê bi beşdariya jinan buro bihata vekirin lê bi hezaran gelê me yê Wanê beşdar bûye. Dîmenê serkeftinê ev e. Em bi we serbilind in. A ku me li ser piya digire û bi hêvî û hêz dike ev dîmen e. Lê tehamulî îradeya we nekirin û qeyûm tayînî şûna îradeya we Bekîr Kaya kirin. Qeyûm hat ser kar, îradeya we nas nekir û heqaretê li hemû nirxê we kir. Ev zîhniyeta înkarkirina gelê kurd e.
ERDOGAN BERPIRSÊ KRÎZÊ YE
Li qadan me û partiya me hedef nîşan dide. Çimkî ji bilî ku me hedef nîşan bide tu malzemeyek di destê wan de nîne. Dixwazin ser krîza aborî bigirin. Lê çi dikin bila bikin gelê me her tiştê wan dibîne. Li welat krîza aborî û siyasî heye. Berpirsê vê krîza kûr Qesr û Serokkomar Erdogan e.
WÊ BIBE SERKEFTINA JINAN
Em ê encamek wisa ji sindoqan bigirin, wê qeyûm li pişt xwe nenihêrin û biçin. Em dixwazin Şaredariya Wanê bi rêjeyek bilind bistînin. Hûn amade ne ku em Wanê bistînin? Wê ev serkeftin bibe serkeftina ciwan û jinan."
Buldan piştî axaftina xwe li gel jinan buroya hilbijartinê vekir. Piştî gel ji qadê belav bû dirûşm berz kir.
Buldan dê sibê beşdarî civîna eşkerekirina rapora qeyûm a têkildarî saziyên jinan bibe.