AMED – Meclisa Jinan a HDP'ê, têkildarî rêveberiya herêmî Foruma Jinan a Jin Amed pêk anîn. Jinên tev li civîna forûmê bûn, fikr û bendewariyên xwe yên der barê rêveberiya herêmî de anîn ziman.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de “Foruma Jin Amed" pêk anîn. Jinên ku li otelek li Sûrê kom bûn, li ser rêveberiyên herêmî niqaş kirin. Di civînê de namzetên Hevşaredariyên HDP'ê yên Amed û navçeyên wê, nûnerên rêxistinên sivîl û civakî amade bûn. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, axaftina vekirinê ya Forukê kir û wiha got: "Em Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 119 rojin di greva birçîbûnê de ye silav dikin. Wekî her welatê cîhanê li welatê me jî ji bo her tişt têkve rêya xwe bar dikeve ser milê jinan. Em tê vê pêvajoyê teqez bigînin serkeftinê. Di 2014’an de li Amedê Foruma Jinan a Jin Amedê pêk hat. Wê demê forum di pêşengiya Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak de pêk hat. Gultan Kişanak ji bo me dîsa hevşaredara vî bajarî ye. Kişanak ne tenê hevşaredar e, ew di hemam denê de pêşenga tevgera siyaseta kurd e.
Piştre Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Nevriye Çur, bi sernavê “Bi Jinan re ber bi Rêveberiya Demokrasiyê" pêşandanek parve kir. Çur, di pêşandanê de sernavên “Modela Demokratik, Ekolojik û Rêveberiya Herêmî ya Azadiya Jinê, Di Mekanîzmaya Rêveberiyên Herêmî de Tevlêbûna Jinê, Butçeya li gorî Wekheviya Zayenda Civakî, Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî, Bê Pere, Wekheviya Zayendî û Demokratik, Hunera Azadîparêz a Jin Ne Qezençkirin tevlêbûn, Ne reqabet, Pêşketina Hevpar, Tundiya li dijî jinê" pêşkêş kir.
Piştre BDP'ê, fîlma ku polîtîkaya rêveberiya herêmî ya der barê Herêmên Demokratîk de tîne ziman dan pêşandan. Jinên ku piştre derketin kursiya serbest pêşniyar û bendewariyên xwe parve kirin.