AMED - Dozgerê doza 12 xwendekarên bi boneya bi kurdî fîkandibûn û der barê wan de heta 27 sal û nîv ceza tê xwestin dê mutalaya xwe amade bike.
Di 20'ê Adara 2017'an de komek xwendekarên Zanîngeha Dîcleya Amedê xwetin pîrozbahiya Newrozê pêk bînin. Beriya bernameyê xwendekaran bi fîkandinê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendibûn. Polîsan bi hêceta dê Newrozê pîroz bikin û bi kurdî fîkandine 12 xwendekar derb kiribûn û binçav kiribûn. Piştî xwendekar hatin berdan bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kirine", "Li ser navê rêxistinê sûc kirine", "Li dijî polîsan derketine" û "muxalefeta qanûna xwepêşandan û meşan kirine" doz hat vekirin. Ji 8 salan heta 27 sal û nîv ceza ji xwendekaran re tê xwestin. Danişîna doza xwendekaran li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Xwendekar beşdarÎ danişînê nebûn û tenê parêzerên wan amade bûn.
Dozger ji bo mutalaya dozê amade bike dem xwest. Heyeta dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û danişînê taloqî 5'ê Nîsanê kir.