*Rêvebera HDP’ê Sûzan Îşbîlen, diyar kir ku armanca wan ew e ku di mîtînga 11’ê Mijdarê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişkînin, rê li ber êrîşên li hemberî jinan bigirin. Îşbîlen bang li amediyan kir ku bi ruhê Newrozê li Qada Îstasyonê bin.
* Parlementerê berê û Parêzer Hasîp Kaplan ku dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê parêzeriya wî kir û 20 carî pê re hevdîtin çê kirin wiha got: “Li Tirkiyeyê jiholêrakirina krîza siyasî bi rakirina tecrîd û îzolasyonê pêkan e.”
* Rojnameger Erk Acarer ku di pirtûka xwe ya bi navê “IŞİD ve Türkiye Katili Tanıyoruz" de bale kişand ser rêxistinbûyîna DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê wiha got: “Beriya her tiştî DAIŞ li Tirkiyeyê bi deste îktîdarê hatiye ajdan û mezinkirin.”
Atolyeya sînemayê ku her sal ji aliyê Produksiyona Kolektîf a Sînemayê ya Mezopotamyayê ya 13’yê ve tê lidarxistin, wê îsal di 11’ê Mijdarê de dest pê bike. Wê atolye heta 12 Gulanê bidome û serlêdanên ji bo atolyeyê jî wê heta 10’ê Mijdarê bên qebûlkirin.
* Emniyeta Amedê nivîsek ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re şand û xwest ku kêlikên gorên aîdî endamên PKK, YJA STAR, YPG, YPJ, YPS û YPS-JIN’ê yên li Goristana Yenîkoyê ne bên guherandin.
* Li dibistanan gelek xwendekar ji ber xwarinên tên dayîn jehrî dibin. Sekreterê Darayî yê Giştî yê Egîtîm-Sen’ê Ahmet Karagoz balê kişand ser vê rewşê û diyar kir ku ji bo qezenceke zêdetir zarok tên qurbankirin.
* Wesayîta ajokar Zafer Ceyhan ku li Erdîşa Wanê hat kuştin û bi rojan nedihat zanîn ka li kuderê ye, derket holê. Ji bilî kaporta pêşî ya texsiyê cam û her derên wê saxlem in. Li kaporta pêşî şopa 5 guleyan heye û di hundurê texrsiyê de şopa xwîn tune ye. Ev jî gotinên şahidan ku gotibûn “înfaz kirin” piştrast dike.
* Serokê Odeya Qesab û Xweyîkeran a Amedê Haci Atli, balê kişand ser sepandina “goştê erzan” a ku ji aliyê Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê ve ket meriyetê û got ku tenê hikûmet dikare bi vê sepandinê krîza li pêş xwe taloq bike.
* Dêra St. Thomas a dîrokî ya li taxa Kanzak a navçeya Westanê, bû goma sewalan.
* Li Mêrdînê, çalakgerên bi armaca bi dawî anîna tecrîta li ser Ocalan ketin greva birçûbûnê, diyar kirin ku di şexsê Ocalan de gelê kurd tecrît dikin û divê ew xwedî li temînatê aştiyê Ocalan derkevin.
* Malên dîrokî yên Çelê dîroka wan heta 700 sal berê diçe û li ber tunebûnê ne. Çeliyan got ku "Ev mal dîroak me ne. Divê zarokên me jî vê dîrokê bibînin" û xwest ev çand û dîroka gelê herêmê bê parastin.
* Bi sedan kêlên goran ên li Qada SÎT Arkeolojiya Pileya Yekemîn a Bodrurmê ku li ser avahî hat çêkirin, di dema înşeata rezidansê de xurdevanan wekî kevirin depo bi kar anîn.
* Angaştnameya rojnameger Selman Keleş û Arîf Aslan ên li Wanê hatin girtin piştî 8 mehan amade bû. Keleş û Aslan dê bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” bên darizandin û hemû wêneyên di makîneyên wan de wek sûc hat nîşandan.
* Îdianameya li Îzmîrê der barê 11 endamên Partiya Şoreşger (Devrimci Parti) de hat amadekirin, nameyên ji girtî re hat şandin wekî delîla "Endamtiya rêxistinê" hat nîşandan.
* 1'emîn Rûniştina doza Nûçegîhanê DÎHA'ya Îdris Sayilgan dê li Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bê dîtin. (10.00)
* Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê lê li Kampusa Beyazitê YOK'ê şermezar bikin. (12.00)
* Rêxistina SYKP'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li avahiya xwe civîna çapemeniye pêk bîne. (12.00)
* Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê bi armanca daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li navçeyên Sultanbeylî, GOP û Kuçukçekmeceyê grevên birçîbûnê diwir bigirin. (13.00)
* Parlamenterên HDP'ê dê li Bedlisê bi gel re civînê çêkin. (13.00)
* Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaan dê li Mêrsînê di roja 3'emîn de dewrî koma duyemîn bikin. (12.00- 14.00)