WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di mitînga li Navçeya Erdîşa Wanê de axivî û got: "Bila gumana kesî tune be, bixwedê em ê bi ser bikevin. Tayyîp beg naçe cihê ku bi ser nakeve. Gotiye ez naçim Colemêrg, Wan û Mûşê. Ew nayê, wezîrê xwe dişîne. Tu hemû kabîneya xwe jî bişînî tu yê Wan û Erdîşê bi dest nexî."
Tura hilbijartinê ya baskê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku di 1'ê Adarê de li Cizîrê dest pê kir di 6emîn de didome. Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak û wekîlên HDP'ê yên Wanê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci beşdarî mitînga li Erdîşa Wanê bûn.
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmut Pala û girseyek qerebalix di têketina navçeyê de heyetê pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê karwanê wesayîtan di nava kêfxweşiya welatiyan de hat qada mitîn lê hat lidarxistin. Li qada mitîngê bi hezaran kesê kom bûn bi yek dengî bi berzkirina dirûşmeyan desteka xwe ya ji bo Leyla Guven û girtiyan û HDP'ê nîşan dan.
'EM Ê BI ÎTÎFAQÊ BERSIVA ÎNKARVANAN BIDIN'
Ewil Namzeta Hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn axivî û got: "Em ê di 31'ê Adarê de zîhniyeta qeyûm têk bibin û Erdîş Ya Me Ye."
Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç jî bal kişand ser îtîfaka partiyên kurd û got: "Hewldana me ew e ku em vê îtîfaqa xwe di pêvajoyên pêş me de derxin astên cuda. Em ê li vir bersivê bidin îtîfaqên bi sed salan e me tune dihesibînin. Rabûye dibêje bila kurd ji vir herin. Kî dibêje bila kurd ji vir herin, lê bila dizanibin çûna wan nêzîk e. Gelê kurd bi dehan komkujiyan de derbas bû lê we nikaribû wan xelas bikin."
'EM BERSIVA YÊ MIRINÊ REWA DIBÎNIN BIDIN'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî axivî û got: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan tu encamê bi xwe re nayne. Yên ku mirinê ji kurdan re rewa dibînin dê di 31'ê Adarê de rastî bersiva herî xurt werin."
‘WAN KELEHA ME YE'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bi kêfxweşiya ku gel nîşan da derket ser dikê û wiha axivî:
"Ev du roj e me li Wanê ne. Li her deverê heman coş û kelecan heye. Em ji we hemûyan re spasdar in. Lê ez dixwazim di tiştekî li xwe mikûr werim. Mitînga herî qerebalix îro em li Erdîşê pêk tînin. Wan keleha me ye û dê tu demê ev keleha me nekeve xwarê. Gelê Erdîşê di her hilbijartinê de dîrok nivîsandiye û û dê di 31'ê Adarê de jî dîrok binivîsîne.
ÎRADEYA GELÊ ERDÎŞÊ NAS NEKIRIN
Îradeya gelê Erdîşê nas nekirin. Qeyûm tayîna şûna îradeya we kirin. Îradeya we avêtin hepsan. Qeyûm dizî û nelirêtiyê dikin. Hemû mal û milkê gel firotin. Di erdheja Wanê de herî zêde gelê me yê Erdîşê êş kişand û birîndar bû. Tu demê ev birîn nehatin pêçan û birînên din li serê zêde bûn. Piştî erdhejê li Erdîşê TOKÎ çêkirin. Lê piştî demekê gelê me deyndar kirin. Gelê Erdîşê gelek bi rûmet û serbilind e. Wê gelê me Erdîşê di 31'ê Adarê de îradeya xwe û rûmeta xwe carek din deyne holê.
EM XWEDIYÊ VÊ AXÊ NE
AKP ji bo ser krîza aborî biniximîne her roj êrîşî HDP'ê dike. Êrîşî hevserok û parlamenterên me dikin. Dixwazin hemû kurdan ji axa wan koçber bikin. Ev welat axa me ye. Tu kes nikare me ji vir biqewirîne. Bi hezar salane em li ser vê axê dijîn û çanda xwe diparêzin. A esil ew e ku mirov be Tayîp beg. Em mafê hemû mirovahiyê diparêzin. Dîtin ku di anketan de winda dikin, niha jî êrîşî HDP'ê dikin. Mafê kesî nîne vî welatî dabeş bike. Yê ku welat dabeş dikin hûn û zîhniyeta we ye.
BIXWEDÊ TU BI SER NAKEVÎ
Em ê di 31'ê Adarê de bersiv bidin êrîş û îftîrayên we. Bila gumana tu kesî tune be, bixwedê em ê qezenc bikin. Tayyîp beg naçe cihê ku bi ser nakeve. Gotiye ez naçim Colemêrg, Wan û Mûşê. Ew nayê, wezîrê xwe dişîne. Tu hemû kabîneya xwe jî bişînî tu yê Wan û Erdîşê bi dest nexî."
Ez hemû gelê xwe vedixwînin xwedî derketina sindoq û dengan."
Buldan û şandeya pê re piştî Erdîşê derbasî Navçeya Navendî ya Rêya Armûşê bû.