STENBOL - Daîreya Lêkolînê ya Genel-Îş a DÎSK’ê, bi armanca balê bikişîne ser pirsgirêkên jinên karker ên rastî tên “Rapora Keda Jinê” amade kir. Li gorî raporê hejmara jinên bêkar gehiştiye ji sedî 15’an.
Daîreya Lêkolînê ya Genel-Îş a Konfederesyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bi armanca balê bikişîne ser pirsgirêkên jinên kar ên dinava salê de tên jiyîn 4’emîn “Rapora Keda Jinê” bi raya giştî re aşkere kir.
Hin sernavên lêkolînê yên raporê wihane: “
“*Di sala 2017’an de, ji her 10 jinan 3 jê dinava kar de cih girtin. Ji sedî 28,9 jin û ji sedî 65.1 jî zilam beşdarî îstîhdamê bûn. Di sala 2018’an de jî, ji sedî 29,1 jin beşdarî îstîhdamê bûn. Li welatên endamê Yekitiya Ewropayê salê ji sedî 45,9 jin beşdarî îstîhdamê dibin. Li welatên endamên OECD jî ji sedî 44,4 jin beşdarî îstîhdamê dibin.”
3 MÎLYON JIN DINAVA HEFTÊ DE HERÎ KÊM 45 SAETAN ZÊDE DIXWEBITIN
*Hejmara jinên dinava hefteyekê de ji 45 saetan zêdetir dixetin hat tespîtkirin. Di sala 2014’an de 2 mîlyon û 774 hezar jin, di sal 2017’an de 2 mîlyon û 974 hezar e.
HEJMARA JINÊN BÊ KAR GEHIŞT JI SEDÎ 15’AN
*Di krîza aborî ya sala 2018’an de derketin holê, herî zêde jin bêkar man û ji kar hatin avêtin. Ji Mijdara 2018’an ve hejmara jinên bêkar geişt ji sedî 15’an. Hejmara zilamên bê kar jî gehişt ji sedî 11,2’yan.
HEJMARA JINÊN SERÎ LI SÎGORTEYA BÊKAR DAN ZÊDE BÛN
*Ji ber krîza aborî bêkariya jinan zêdetir bû û hejmara jinên serê li sîgorteya bêkarî dan jî zêdetir bûn. Di sala 2018’an de ji sedî 57, 7 hejmara jinên serî li sîgorteya bêkarî dan zêde bûn. Ji Kanûna 2018’an ve ev serlêdan gehişt 46 hezar û 737’an.
NE WEKHEVIYA MÛÇE BERDEWAM DIKE
* Li Tirkiyeyê ne wekheviya mûçe berdewam dike. Li Tirkiyeyê, ne wekheviya mûçe ya dinavbera jin û zilam de jî ji sedî 12 ye.”