STENBOL - Li Umraniyê, jina bi navê Arzû Ozkan li mala xwe kuştî hat dîtin.
Li Taxa Esenevler a navçeya Umraniyê ya Stenbolê, jina bi navê Arzû Ozkan li mala xwe kuştî hat dîtin. Di bûyera serê sibê hat jiyîn de, kes nizane ku Ozkan ji aliyê kî ve hatiye kuştin. Polîsên hatin cihê bûyerê dest bi lêpirsînê kirin.