DÊRA ZOR – DAIŞ'iyên teslîmî hêzên QSD'ê bûn, li ser tevlêbûna xwe ya DAÎŞ'ê vegotin. Ji ku çawa hatine û piştgiriya lojistikê ji ku girtine parve kirin. DAIŞ'iyên ji Tirkiye bal kişandin ser serbestiya sînor û anîn ziman cemaetan ew araste kirin û bi rêxistin kirin.
Qûwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD), piştî şerekî demdirêj DAÎŞ têk bir û bi operasyona Bagera Cizîrê li Dêra Zorê DAIŞ xelas kir. Li Gundê Baxozê yê Bajaroka Hecînê DAIŞ'î li cihekî biçûk asê kirin û bi hezaran DAIŞ'î teslîm girtin. DAIŞ'ıyên teslîmi QSD'ê bûn çîrokên xwe vegotin. DAIŞ'iyên ji Tirkiye hatine serpêhatiyên xwe yên Tirkiye vegotin.
Gundê Baxoz li ser Çemê Firatê li ser sînorê Iraqê ye. Girêdayî navçeya Ebu Kemal a ku deriyê Sûriye û Iraqê digîne hev e. DAIŞ'iyên ku li gundê Baxozê asê mane yek bi yek teslîmî QSD'ê dibe. Yên teslîm dibin, di pêşengiya YPG/YPJ'ê de ji aliyê QSD'ê ve ji gund tên derxistin. Ewil wan di kontrola tenduristiyê re derbas dikin. Yên teslîm bûne bi piranî ji Turkmenistan, Turkistan, Endonezya, Rusya, Fransa, Almanya, Finlandiya, Kuzey Afrika, Tunus, Libya û Fasê hatine. DAİŞ'ê birîndar bûne mudaxaleya tenduristiyê ji aliyê QSD'ê ve tê kirin. DAÎŞ'iyên teslîm dibin li nokteyekê tên komkirin û li vir piştî kontrolên tenduristiyê, di kontrola ewlehiyê re derbas dikin. Jiin ji aliyê YPJ'ê ve û mêr jî ji aliyê YPG'ê ve di kontrolê re derbas dibin.
DAIŞ'IYÊN TIRKIYEYÎ
DAIŞ'iyên ji Tirkiye hatine bêtir ji bajarê Enqere, Kirşehir, Stenbol, Konya û Çankiri hatine tev li DAIŞ'ê bûne. Di nava 3 rojên dawî de 6 hezar DAIŞ'î teslîmî QSD'ê bûn.
'Û DAIŞ QEDIYA'
Di sala 2014'an de piştî Xalife hat îlankirin gelek endamên DAIŞ'ê yên ji Tirkiye hatin Sûriye, diyar kirin ku bi awayeki hêsan di sînor re derbas bûn. Endamê DAIŞ'ê Huseyin Kafar (18) ku ji Enqere hat Sûriye, diyar kir ku tevî dayik bav û 4 xwişk û birayên xwe tev li DAIŞ'ê bûne. Kafar, anî ziman ku dema ew li Tirkiye bûn, bavê wî tev li xebatên Komeleyên Îslamî dibû û wiha got: "Bavê min di pevçûnên berê de mir. Dayika min û bavê min beriya min hatin Sûriye. Di sala 2014’an de piştî Xelîfe hat îlankirin, bavê min em anîn vir. 4 salin em di nava wan de ne. Bavê min berê jiyana xwe ji dest da. Dema DAÎŞ'ê ax winda kir me xwest em derkevin. Lê me wê demê firsend nedît ku em derkevin. Ji ber ku me berê firsend nedît, em niha teslîm bûn û DAIŞ qediya."
‘CEMAATÊ EM ARASTE KIRIN'
Kafar, anî ziman ku ew di sînorê Dîlokê re derbasî Sûriye bûne û wiha got: "Dema em derbasî Sûriye bûn, em rastî tu astengiyan nehatin. Em ewil derbasî Babê bûn. Ji wir em derbasî bajarên din bûn û tev li DAİŞ’ê bûn. Gelek welatiyên Tirkiye yên bi vî rengî tev li DAIŞ'ê bûn hene. Gelek ji wan jî teslîm bûn. Ez û 5 kesên din ji Tirkiye hatin Sûriye. Hemû kesên ji Tirkiye hatin bi alikarî û piştgiriya komeleyên cemaetê hatin. Bavê min bi alîkariya Cemaeta Kamil Nuhoglu hat. Niha ez dixwazim dîsa vegerim Tirkiye û jiyanek nû ava bikim."
BAV EW TEV LI DAÎŞÊ KIR
DAIŞ'iyê ji Çankiri Îshak Nuroglu jî anî zimanku ew û malbata xwe bi hevre tev li DAIŞ'ê bûn û wiha got: "Em di sînorê Dîlokê re derbasî Sûriye bûn. Em ji wir derbasî sûriye bûn. Ez û bavê min bi hevre teslîm bûn. Dayika min berê derbasî Tirkiye bûbû. Piştî cihê em lê bimînin nema, me qetiyan. Em dixwazin vegerin Tirkiyeyê. Bavê min ez anîm vir. Ez di nava wan de mezin bûm. Ez dixwazim dîsa vegerim Tirkiye û ji nûve karekî ava bikim. Ez dixwazim jiyanek min a wekî berê hebe."
JI STENBOLÊ TEV LÊ BÛ
Endamê DAIŞ'ê Abdullah Aman Mehmet jî 28 salî ye. Di şerê bi QSD'ê re ji milê xwe yê çepê birîndar bûye. Ji navçeya Fatih a Stenbolê te li DAIŞ'ê bû. Aman Mehmet, tevlêbûna xwe ya DAÎŞ'ê wiha anî ziman. "Ez li navçeya Fatihê ya Stenbolê li kafeyekê dixebitîm. Piştre xwediyê cafeyê diyar kir li Sûriye cihekî kar ava kiriye. Keseki biyanî bû. Ez anîm Dîlokê û ji wir derbasî navçeya Karkamişê kirim. Ez ji navçeya Karakamişê derbasî Cerablusê bûm.
4 sal berê derbasî Cerablûsê bûm. Piştî ez ketim nava wan carek din nikaribûm derkevim. Niha dixwazim vegerim Tirkiye."
MA / Nazim Daştan