EDENE - Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê, li ser dîwarên Seyhanê nivîs hatin nivîsandin.
Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû dest pê kirin, di roja 119’an berdewam dike.
Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Edenê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiyên greva birçîbûnê, li ser dîwarên Taxa Şarkirpaşa a Navçeya Seyhanê, nivîsên “Bijî berxwedana zindanan”, “Tekane rêya serkeftinê şoreşe”, “Deng bide berxwedanê”, “Kîtlita aştiyê Îmraliye” û “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê parçe bike” hatin nivîsand.