DERSIM – Polîsan serê sibê bi ser mala nûçegihana me ya Dersimê Semra Turan de girt û ew binçav kirin.
Polîsan li Dersimê bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan de girt. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û hemû eşyayên li malê serûbin kirin. Piştî lêgerînê Turan hat binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê. Hêceta binçavkirina Turan nehat zanîn.