KIRIKKALE - Davût Onder ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 71 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Divê gelê me çalakiyên ku derfeta me ji bo wan têr nake, bi cih bîne."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 119'an de didome. her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve jî li girtîgehan didome. Piştî 1'ê Adarê jî çalakî li tevahiya girtîgehan belav bû û niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Yek ji van girtiyan jî Davût Onder e. Onder di sala 1989'an de li Mêrsînê hatiye dinê û di sala 2009'an de jî hatiye girtin û 24 sal û nîv ceza lê hatiye birîn. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 71 roj in di greva birçîbûnê de ye. Onder, nameyek şand.
Onder, di nameya xwe de diyar dike ku beriya çalakiya greva birçîbûnê ya 12'ê Îlona 2012'an ew ketibû greveke birçîbûnê û 25 rojan di grevê de maye. Onder dibêje: "Nayê bîra min ku ji bo min bûbe zehmet, lê tişta zehmet ew e ku mirov li derî çalakiyên îradî bisekine. Neketibûm greva 12'ê Îlona 2012'an, lê çalakiya hevalan tesîreke mezin li min kiribû. Di ser re ev qas zeman derbas bû, lê tim di bîra min de ye ku bê çawa 68 rojan di grevê de mane. Di dîrokê de mînakên bi vî rengî hene. Lê belê niha ez bixwe dibim şahidê wê. Min fêm kir ku baweriya bia rmancê bê çi qasî moralê mirov xurt dike. Bi vî awayî şansê ku bi awayekî xurt îriraz bikim bi dest min ket."
'TECRÎD ÎŞKENCEYEKE GIRAN E Û SÛC E'
Onder, destnîşan dike ku sedema greva wan a birçîbûnê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û dibêje: "Jixwe tecrîd bixwe îşkenceyeke giran û sûc e. Tevî hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan, di Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê de jî ev yek bi vî awayî tê pênasekirin. Tişta dijî, wesf û heqîqeta rêbertiyî ya Birêz Ocalan e. Di serî de gelê kurd û bi giştî jî gelên din Birêz Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî û rêber qebûl dikin. Ji ber vê daxwaza me hîn bêtir tê fêmkirin. Mirov wekî din bifikire; çi ma Birêz Ocalan tê tecrîdkirin û çima di tecrîdê de tê israrkirin? Muhatabê vê pirsê hikûmeta AKP'ê ye û bersiva wê jî pir zelal e. Ji ber dewlet dizane Birêz Ocalan rêber û nûnerê neteweya demokratîk e, berê xwe dide Îmraliyê.
Girtîgeha Îmraliyê, wekî prototîpa civakê hatiye sêwirandin. Ne em dibêjin, 20 sal in dîrok dibêje. Loma tecrîdkirina Birêz Ocalan û şerê tê gurkirin ne tesadufî ye. Ji bo mirov vê fêm bike, ne hewce ye mirov pir zîrek be. Belaheq, pirsa fiyetê fîşekan nake. Îtiraza me jî ji ber vê ye."
'DAXWAZ ZELAL E, MUHATAP JÎ DEWLET E'
Onder, destnîşan dike ku heta ku hikûmeta AKP'ê li gor qanûnê tev negere wê çalakiya wan dewam bike û dibje: "Daxwaz pir zelal e, muhatap jî dewlet e. Hin der dor bi dilekî pak dibêjin bila çalakî bi dawî bibe, tu girîngiyeke van daxuyaniyan tune ye. Sedema çalakiyê tecrîd e û bi vê tecrîdê re faşîzm li civakê tê ferzkirin. Heta ev polîtîkayên şer dewam bikin û çi tiştên neyînî biqewimin, tenê berpirsiyar dewleta AKP'ê ye."
Onder, di nameya xwe de bal dikîşîne ser rewşa tenduristiyê jî û dibêje: "Zihîf bûme, tansiyona min dadikeve. Lê ev ji ber çalakiyê ye û tiştekî xwezayî ye. Ji bo vê rewşê tu îtirazeke min tune ye. Lê belê min daxwaz kir ku vîtamîna B bidin. Lê 35 rojan nedan min. Heta niha bijîşkê saziyê em kontrol nekirine. Karmendên tenduristiyê car carinan tên li kîlo û tansiyona me dinerin. Ji bo rewşa tenduristiyê û jimarî li cihên em lê ne bên kirin, me ji bijîşk rapor xwest. Lê belê got 'min eleqedar nake, biçin cem midûr.' Midûr jî ji bo raporê bide şertan datîne. Ji ber rewş wiha ye, em baş nayên kontrolkirin."
Onder, diyar dike ku ya tê kirin zext û zoriyênd erûnî ne û ji bo pûçkirina enerjiya wan û dibêje: "Di warê moral û motîvasyonê de em pir baş in. Em dizanin em mafdar in û em dizanin em rêwiyê rêya rast û bedewiyê ne."
‘GELÊ ME DIKARE BI CIH BÎNE'
Onder, bilêv dike ku ger li cihekî cihê gotinê nema be çalakî dikeve dewrê û dibêje: "Ma ev çalakî bi tena serê xwe ne çalakiyek û peyameke mezin e? Jixwe gelê me ne xerîbê vê peyamê ye û em dizanin wê divêtiya vê peyamê pêk bîne. Em ê tecrîdê bişikînin û bi ser bikevin. Bedêl çi dibe bila bibe, wê encam neguhere. Em dixwazin ji kesên dixwazin bibin perçeyeke vê serketinê re bêjin; divê pir bi derengî nekeve. An jê wê di nav rûpelên vî dîrokê de ji bo xwe xeteke vala jî nebînin. Em şoreşger in û bi berpirsiyariya şoreşgerî tev digerin û bi ruhê çalakiya 'Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê' û 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' tev digerin û dixwazin bibin layiqê van nirxên hatine afirandin. Ji bo vê jî tenê derfetek di dest me de heye û me ew jî danî holê û em pê serbilind in. Em bawer dikin ku wê gelê me jî bibe hevkarê vê serbilindiyê. Gelê me, dikare çalakiyên ku derfeta me ji bo wan têr nake, bi cih bîne. Belkî bi vî awayî rexneya xwe ya ji bo kêmasiyên xwe bidin û layiqî hev bin. Loma divê gelê me demildest tev bigere. Silav ji bo Leyla Guven û hemû hevrêyên me yên berxwedêr."