STENBOL - Gelên Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku çalakiya Leyla Guvenê, rêyeke ronî li ber gelên Tirkiyeyê dixe û daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de daxwaza wan e jî.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin, di roja 119'an de didome. Her wiha ji li girtîgehên Tirkiyeyê jî çalakiya greva birçîbûnê ji 16'ê Kanûnê ve dest pê kir û di 1'ê Adarê de li tevahiya girtîgehan belav bû.
Ligel vê her diçe desteke ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî zêde dibe.
‘NE HEYFA VAN MIROVAN'
EdîpArslanê suryanî, anî ziman ku tecrîdkirin sûc e û ji bo rojek berî rojekê aştî bê vê xakê divê tecrîd ji holê bê rakirin. Arslan, diyar kir ku ji ber zext û zoriyan ji sedî 95'ê suryaniyan mecbûr man e terka Tirkiyeyê bikin û got: "Eger sibê du sibe mirovên di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bidin, ma wê ev welat rihet bibe. Divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û dawî li greva birçîbûnê bê. Em tenê doza aştiyê dikin."
‘JIN HEQÎQET BIXWE YE'
Endama Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Nergîz Guzel jî, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser hemû gelên Tirkiyeyê pêk tê û got: "A rast daxwaza Leyla Guven, tê wateya bidawîkirina tecrîda li ser gelên Tirkiyeyê. Berteke li dijî zext û zoryan, li dijî zilmê ye. Daxwaza wê daxwazeke mafdar e û daxwaza me ye jî. Jin heqîqet bixwe ye. Li ser vî esasî ez çalakiya Leyla Guvenê silav dikim. Li dijî vê tecrîda ku li ser gelên Tirkiyeyê pêk tê çira pêxist û ev çira ji bo me hemûyan bû ronahî. Berxwedana wan berxwedana me ye û em ê ji bo daxwaza wan li her derê tev bigerin."
‘EM DIXWAZIN BIBIN DENGÊ LEYLAYÊ'
Aylin Hacaloglû ya laz, anî ziman ku ew destekê didin daxwaza Leyla Guvenê û girtiyên di greva birçîbûnê de û got: "Em jî dixwazin bibin dengê Leylayê. Ji bo ev têkoşîn hîn mezintir bibe çi ji destê me tê em dikin. Leyla Guven doza tiştekî zor nake. Doza tiştekî pir hêsan û jiyaneke mirovane dike. Dixwaze tecrîd bi dawî bibe. A rast dibêje, tecrîd bêhiqûqîtî ye, divê hiqûq pêk bê. Yanî dixwaze tecrîda li ser Birêz Abdullah ocalan bi dawî bibe û li Tirkiyeyê hiqûq pêk bê. Yanî tiştekî ev qas hêsan e. Loma daxwaza wê daxwazeke mafdar e."
MA / Ferhat Çelik